Diyarname
Piştî girtina Hevserokê berê yê MED-DER'ê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn.
Hevberdevkên Komîsyana Ziman û Çandê yên DEM Partî Cemile Turhalli Balsak û Hemîd Dilbihar û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn û girtin şermezar kirin.
'EMÊ LI SER NAVÊ RIFAT RONÎ XEBATAN BIDOMÎNIN'
Turhalli ku di heman demê de parêzer e got ku zordarî dê nikaribe pêşî li xebatên li ser ziman bike û got, "Di vê dosyayê de tiştên li hemberî hevalên me hatine kirin bê hiqûqî ne. Em bi xebatên wî yên li ser zimanê kurdî Rifat Ronî nas dikin. Em dixwazin di kêliyeke zûtir hevalên me bêne berdan. Li ser navê Rifat Ronî heman xebatan emê bidomînin."
'EM NEVIYÊN EHMEDÊ XANÎ NE'
RêvebeRê MED-DER'ê parêzer Eyup Aydeniz jî li ser zordariyên li ser zimanê kurdî sekinî û got ku em zordariyên li ser kurdî qebûl nakin. Aydeniz got, "Serokê me Rifat Ronî mixabin bi awayekî bêqanûnî hat girtin. Em vê girtinê, em vê êrîşa li ser kurdî tu carî qebûl nakin. Ev neqebûlkirina me îro dest pê nekiriye. Em torinê (neviyê) Ehmedê Xanî ne. Me bi mebesta Nûbihara biçûkan dest pê kiriye. Em niviyê Feqiyê Teyran in, Meleyê Cizîrî ne, em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in , em bi Hawara Celadet Alî Bedirxan di vê rêye de ne. Bila her kes bizanibe. MED-MED hemû xebatên wê li gor qanûnan hatiye sazkirin. Em xebatên xwe li gor qanûnê dimeşînin. Hevalên me, mamosteyên me tu demê bêqanûnî nekiriye. Bêqanûniya me xwestina perwerdehiya zimanê kurdî ye."
Vîdeo:
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Hevserokê berê yê MED-DER'ê Rifat Ronî hat girtin
- Mamosteyan bi kurdî parastin kir; Dozger dixwaze ew bêne girtin
- Komîsyonên Ziman ên 7 Baroyan bang kir
- Li ser mamosteyên kurdî PEN'a Navneteweyî daxuyanî da
- Dema binçavkirina mamosteyan hat dirêjkirin
- Serdegirtina MED-DER'ê hat şermezarkirin
- Li Payîz Pirtûkê dest danîn ser 409 pirtûk û 144 kovaran
- Polîsan bi ser Med-Der û Payîz Pirtûkê de girt (Hat nûkirin)