Diyarname
Komîteya rêvebir a HRRK-Bakur bi daxuyaniyeke kuştina du sivîlên li Licê şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ke HRRK-Bakur got ku zêdeyî mehekê ye ku gelê kurd li gelek deveran li dijî avakirina qereqolên nû nerazîbûnên xwe bi xwepêşandanên demokratîk tînin ziman û wiha dom kir: "Navçeya Licê ya Amedê jî deverek ji van deveran bû ku bûbû qada nerazîbûnên gel li dijî avakirina kaleqol û qereqolên nû, lê artêşa tirk xwe li vê çalakiyê negirt û di êvara roja şemiyê 07/06/2014'an de bi guleyan êrîşî xwepêşandaran kir û di encama vê êrîşê de 2 welatiyên sivîl bi navê Ramazan Baran û Bakî Akdemir hatin kuştin, hin kesên din jî birîndar bûn.
Em wekî Hevgirtina Rewşenbîrên kurd vê êrîşa hovane şermezar dikin û bang li rayedarên dewleta tirk dikin ku vê pêvajoya aştiyê bi kiryarên wiha bêpersiyar têk nebe.
Li şûna van kiryarên ku dîsa dê şer gur bikin û êşên giran bi xwe re bînin divê gavên berbiçav ên ji bo çareseriyeke aştiyane bên avêtin."
HRRK-Bakur ji bo malbata Baran û Akdemîr jî sersaxî xwest.
**
Nûçeya eleqedar:
- HDP civîna xwe ya Komê li Lîcê li dar dixe
- Cenazeyên Baran û Akdemîr hatin definkirin


