Fêrgîn Melîk Aykoç
Perwerde; çalakiyeke kesan di warê bîr, giyan û bedenî de xurtkirin, di kesayetiyeke bijûn bidestxistinê de alîkarîkirin, li gor hemanên zanyarî heredarî û têgihîştineke ji bo siberojeke serkeftî dayînê ye. Perwerde ji bo zarok bikane xwe, civaka xwe, cudahiyên xwe û kesan, dîrok û demên borî û ayendeya civaka xwe baş binase, pêvajoyeke vekişîn û amadekariyê ye. Zarokê ku dest bi perwerdê kiriye, bi awayekî xwezayî dikeve nava prosesa xwe û civaka xwe naskirinê.
Perwerde di nava malbatê de destpêdike, mirov li gor pêdiviyên jiyanê tên amadekirin. Wekî mînak civaka jiyana wan li ser berevkirin û nêçîrê bûn, zarokên xwe li gor wê amadedikirin, dikin. Metnên wan devkî ne û çîrokên wan yên nêçîrê bûn û hê jî wisa ne. Yê cotkarî û sewalvaniyê jî bêguman li ser jiyana wan bûn.
Di nava civaka me de herî zêde pêvajoya sewalvanî û koçeriyê dirêj kudandiye. Lewma di nava çîrok û vegotinên me de mijara bêrî, bêrîvan û şivên gelek zêde û bi awa awayî hatiye neqişandin. Mînak "Siyabend û Xecê, Cembeliyê Hekarî" û hê gelek çîrokên me yên netewî yên din li ser vê mijarê ne. Dîsa di nava stranên me de jî mijarên stranan herî zêde li ser şivan û bêrîvanê ne. Mînak strana "Bêrîvanê, Lo Şivano".
Dîrokçeyeke sedsalî ya perwerdeyê li Kurdistanê
Padîşahê Dewleta Osmanî Sultan Abdulhamît ji bo piştgiriya eşîran bigire, di encama xebatekê de bi navê "Aşîret Mektebî" li Stenbol û Bexdayê du dibistanên bi Kurdî û Osmanî ders didin, vedike. Bi giranî zarokên serokeşîr, mîr û began di van dibistanan de dicivîne û li gor bîrdoza xwe perwerde dike. Lê ji ber ku dersên Kurdî û nirxên eşîrî jî hebûn, di warê çînî de jî be, nêzîkatiyeke civakê jî hebû.
Di sala 1900'î de bi navê "Kürt Teavvün ve Terakki Cemiyeti" (Civata Alîkarî û Pêşxistinê ya Kurd) cemiyetek tê damezirandin. Ev civat li ser rêya "Dîvanyolu" ya Stenbolê di bin rêveberiya Abdurrahman Bedirxan de bi navê "Dibistana Meşrûtiyetê" dibistaneke Kurdî vedike. Di destpêkê de 30 xwendekar diçin vê dibistanê, lê dû re dibistan tê girtin.
Li Başûrê Kurdistan
Civata Netewan di sala 1925'an de statuya Başûrê Kurdistanê nas kiribû. Ji ber vê sedemê jî Ingilîzên wê demê serwerê Iraqê, destûra vekirina dibistanan dabû Kurdan. Kurdên başûr sala 1926'an civata çandî "Cemiyetî Zanistî Kurd" vekirin. Vê civatê li gel vekirina dibistanan, nivîsandin û amadekirina pirtûkên dersê, vekirina pirtûkxaneyan û xwendekaran ji bo perwerdê şandina welatên din, ji xwe re wek armanc hilbijartibû. Di sala 1930'î de bi tevî du dibistanên navîn 60 dibistan vekiribûn. Di van dibistanan de 1411 xwendekaran ders didît. Lê ders di hefteyê de tenê 13 saet bi Kurdî bûn. Sala 1944'an di navbera serkariya Iraq û hêzên Kurd de peymana xweseriyê hate îmzakirin. Bi vê jî Kurdistan di warê perwerde û ziman de gihîşt xweseriya xwe. Li Zanîngeha Bexdayê beşa Kurdî jî hate vekirin. Alaaddin Secadî ji sala 1960'î hetanê 1984'an li ser vê kursiyê bû.
Perwerde li heremên azad
Li Başûr bê vê derfeta fermî li deverên ku hatibûn azadkirin jî dersên Kurdî dihatin dayîn. Ji bo vê berê kesên dikanîbûn mamostetî bikirana hatin perwerdekirin. Van mamosteyan jî ders dida, wek mînak: Li devera Gîlala Xwendegeheke Amadeyî (lîse) du dibistanên navîn (Xwendegeha navendî) û gelek dibistanên seretayî hebûn. Komîteya şoreşa Iraqê di 4'ê Tebaxa 1968'an de bi biryarekê li her derê dibistanên Kurdî vekirin. Li Silêmaniyê jî Akademiya Zimanê Kurdî hate vekirin û Îbrahîm Ehmed jî wek Rektorê wê Akademiyê hat tayînkirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê perwerde
Di salên 1912-13'an de bi rêberiya Simko û Abdurezzak Bedirxan li bajarê Xoy bi navê "Gihandin" civateke çandî hate damezirandin. Ji armancên wê civatê yên bingehîn yek jî vekirina bi zimanê Kurdî dibistanên perwerdeyî bû. Her çendî Şahînşahiya Îranê ket pêsîra wan jî, wan bi navê "Dibistana Destpêkî ya Kişt û Kal" dibistaneke pîşeyî vekir. Wê demê wan di warê alavên teknîkî de ji Rûsya û Fransayê jî alîkarî girtibû. Li vê dibistanê dersên dîrok, erdnigarî û matematîkê jî hebûn. Hê di destpêkê de hêjmara xwendekarên dibistanê gihîştibû 29 kesan.
Komara Kurdistanê ya navenda wê Mahabad, di çileyê 1946'an de hat damezrandin. Bi awayekî xwezayî zimanê fermî û perwerdeyê Kurdî bû. Wezîrê perwerdê Manaf Kerîmî li aliyekî dibistan didan vekirin, li aliyekî jî ji bo ku bikane bersiva perwerdê bide 600 xwendekar şandin Sovyetê. Di wê demê de bi navê "Girugalî Mindalan" kovareke zarokan jî hate derxistin. Nivîskarê nemir Rehîmê Gazî jî wê demê romana xwe ya bi navê "Pêşmêrge" nivîsî. Lê piştî 11 mehan, bi hilweşandina komarê re perwerde jî rawestiya. Bi binketina Şah Riza Pehlewî re Kurdan dîsa bi derfetên xwe dibistanên Kurdî vekirin.
Li Sovyetê perwerdeya Kurdî
Hewldanên perwerdeya bi Kurdî di dema Çarên Rûs de dest pê kir. Cara yekem sala 1914'an di rêveberiya rêzdar Îosif Abgaribic Orbelî de li zanîngeha Petersbûrgê kursa zimanê Kurdî hate vekirin. Wî sûd wergirtibû ji belgeyên Aleksander Jaba yên salên 1848-1866'an li Erzirûmê Mele Mehmûdê Bazidî dabûn wî û li ser wê bingehî ferhenga Kurdî-Fransî amade kiribû.
Dema Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst hate damezirandin, Sovyetê mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî nas kir. Li hin zanîngehan beşên ziman û wêjeya Kurdî hate vekirin. Sala 1925'an li Erîvan xwerû li Elegezê dibistanên seretayî û navîn yên bi giranî ders bi Kurdî didan, hatin vekirin. Di vê demê de gelek pirtûkên dersê bi alfabeya Kirîlî hatin amadekirin. Di van pirtûkên dersê de li gel ên Sovyet û Ermenî yên metnên wêjeya Kurdî û yên kesên ev pirtûkên dersê amadekirî jî hebûn.
Li Sovyetê cara yekem 09.07.1934'an li Êrîvanê kongreya Kurdolojiyê hat li darxistin. Di vê kongreyê de biryarên wek pêşxistina zimanê wêjeyî (Kurdî), rastnivîs û pêşxistina alfabeya Kurdî, ji nû ve amadekirina rêzimana Kurdî, ferhengên Kurdî, Kurdî û zimanên din hate dayîn. Her çend sala 1938'an dibistanên Kurdî hatin girtin jî li Ermenîstanê di bin navê ziman û wêjeya Kurdî de li dibistanên Ermenî dersa Kurdî dewam kir.
Kurdistana Sor
Sala 1923'an di navbera Ermenistan û Qarabaxê de bi navê Kurdistana Sor devereke nîv-xweser a bi ser Azerbeycanê hate damezirandin. Li vir jî perwerdeya Kurdî destpê kiribû. Lê Partiya Komunist a Azerbaycanê sala 1926 ev nîv-xweserî ji destê Kurdan girt. Piraniya Kurdên Kurdistana Sor bi fesadiya Partiya Komunist ya Azerbeycanê di dema Stalîn de hatin derbiderkirin. Kurdên niha li Kazakistan, Kirgizistan û Ozbekistanê, wê demê ji Kurdistana Sor hatin derbiderkirin.
Li Ewrûpayê perwerdeya Kurdî
Li gelek welatên Ewrûpî dema dêûbavên zarokan bi kêmasî pazdeh bîst zarokan bigîhînin hev û bi rikî di vî warî de têkevin nava hewldanan, dikanin derfetên perwerdeya Kurdî bi dest bixin. Mînak, Li Berlînê her çendî bi fermî destûra dersên Kurdî hîn nehatiye pejirandin jî, Komeleya deûbavan Yekmal a Berlînê projeyan amade dike, dide şaredariyê û li ser wan projeyan dersên Kurdî jî bi awayekî nîv-fermî tên dayîn.
Li Swêdê
Li Ewrûpayê perwerdeya Kurdî ya herî bi rêk û pêk li Swêdê ye. Li gor daneyan Swêd, sala 1977'an reformeke zimanên dayîkê pêk anî. Vê qanûna nûjen derfetên gelek mezin dan zimanên biyaniyan. Li vir karê perwerdê bi giranî di destê şaredariyan de ye. Swêde berê bi perwerdeyeke du salî mamoste dan amadekirin, hîna jî di vê dibistana pedagojiyê de mamosteyên Kurdî tên perwerdekirin, li pey jî dibistan vekirin. Li hemû deverên ku Kurd lê hene, bi zaravayên Kurmancî û Soranî dersên Kurdî ji dibistanên seretayî bigire hetanî dibistana amadeyî (lîse) li gor metodên nûjen tên dayîn. Wekî din sala 1984'an "Mala zarokan" hate vekirin, ango bi Kurdî derfetên pêşdibistanî jî hatin bidestxistin. Di van malan de zarok bi du zimanî tên perwerdekirin. Li Swêde Weşanxaneya APEC'ê gelek pirtûkên zarokan û ên dersê weşandin.
Li Elmanya
Cara yekem senatoya eyaleta Bremenê bi fermî destûra perwerdeya Kurdî da. Li Bremenê sala 1993'yan perwerdeya Kurdî bi çend saetan di du dibistanên seretayî de destpê kir. Sala 1994'an jî bi xebatên Yekmalê li Hamburgê bi qadro û nîvekê dersa Kurdî li dibistanan hat dayîn.
Li Saksona Jêrîn sala 1993'an, piştî têkoşîneke xurt dana dersên Kurdî hat qebûlkirin, pê re jî mamosteyên Kurd ên ji ASTÖB'ê qetiyan, di bin navê KOMAK'ê de Yekitiya Mamosteyên Kurd li Saksona jêrîn damezirandin. Piştî amadekariya du salan sibata 1995'an li Leer, Oldenburg, Celle û Hannoverê bi giştî pênc mamosteyan dest bi kar kir.
Kurd herî zêde li eyaleta Westfalya Bakurê Renê (NRW) dijîn. Xebatên dersên Kurdî berê li vir destpêkiribûn. Lê ji ber ku Kurd parçe bûn, her cara yekem hîna nû sala 1997'an dersên Kurdî wek ceribandin li Köln, Botrop û Bîelefeldê li çend dibistanan destpê kir. Niha herî zêde li NRW dersên Kurdî hene û 10 mamoste dersê didin.
Li Bakurê Kurdistanê
Dîroka dersên Kurdî li Bakur digîhîje sedsala 12'an. Hem li medreseyan û hem jî li deverên di li mîrîtîyên Kurd ev ders hebû. Piştî dan û standinan, di vê beşa di bin dagirkeriya Komara Tirk de cara yekem di pêvajoya aşitî û çareseriyê de li Bakurê Kurdistanê hin derfetên dersên Kurdî hatin bidestxistin. Li deverên şaredariyên Kurd li ser kar, bi xebatên TZP'a Kurdî dibistanên Kurdî hatin vekirin, lê ew jî di bin êrişên dagirkeran de man.
Li Rojavayê Kurdistanê
Dema Rojava di bin fermana Fransiyan de bû, hin derfetên perwerdê hebûn. Pirraniya rewşenbîr û serhildêrên Bakur wek Osman Sebrî, Cegerxwîn, Celadet Bedirxan û Nûrî Dêrsimî berê xwe dan Rojava. Her çendî nivîsandin û alfaba Latînî li vir bingehê xwe girt, gelek kes fêrî nivisandin û xwendinê bûn, kovar û rojname li vir derketin jî, bingeheke perwerdê li vir rûnenişt. Di van salên dawiyê de, li kantonên azad dibistan ji bo zarava Kurmancî hatin vekirin, lê di warê materyalên dersê de gelek nû ne û li wir xebatên amadekirina pirtûkan dewam dikin.
Amadekirina pirtûkên dersê
Di dema azad de li Başûrê Kurdistanê her çendî ji berhemên klasîkên Kurdî hin metnên wêjeyî hatine hilbijartin jî, bi giranî di bin siya hêzên desthilat de ye, li heremên hizban cudahiyan nîşan didin.
Li welatên Sovyetê jî her tişt li gor polîtîka perwerdeya Sovyetê bû. Dema mirov li romanên Erebê Şemo û Heciyê Cindî û yên din dinihêre jî, vê rastiyê bi zelalî dibîne. Pirtûkên dersê jî li gor vê dihatin amadekirin. Her wisa karlêka polîtîka perwerdeya Ermenistanê jî li perwerdeya Kurdî ya li wî welatî bûye ku civaka Kurd û ya Kurdên Êzîdî ji hev cihê kiriye û hîna jî dike.
Li Swêdê pirtûkên dersê
Her çendî her dewleta Ewrûpî xwedanê polîtika perwerdeya neteweyî jî be, ji hemanên navneteweyî re rêzê digirin. Li Swêde mamosteyên ders didan hem wek şexs û hem jî wek komisyon dest bi amadekirina pirtûkên dersê kirin. Lê ji ber ku pirraniya pirtûkan ji bo dibistana seretayî û navîn hatin amadekirin, hem kes, hem jî komisyonan ji hilbijartina metnên wêjeyî bêhtir, her kesî yan jî komisyonê hewl da ku bi xwe metnan amade bike û bi kar bîne. Pirtûka herî bi rêk û pêk "Dergûşa Nasnameyê" ye, ev pirtûk ji bo dibistana amadeyî (lîsê) hatiye amadekirin. Di vê berhema dersê de helbest û metnên klasîk û yên dema me hatine hilbijartin. Helbestên Melayên Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanê, Melayê Bateyî, Siyahpûş, di bin navê "Pirên di navbera edebiyata kevin û nû de" jî metn û helbestên Cegerxwîn, Tîrêj, Sebrî Botanî, Osman Sebrî hatine hilbijartin. Di bin navê "Edebiyata Kurdî ya nû" de jî ji Celadet û Erebê Şemo destpê kirine û hetanî Helîm Yûsiv û Ehmed Huseynî hatine. Di vê de cîh dane destanên Kurdî û dengbêjiya Kurdî jî.
Li Elmanyayê pirtûkên dersê
Di sala 1993'an de Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) hate damezirandin. Di nava YMK'ê de komisyoneke amadekirina pirtûkên dersê hebû. Vê komisyonê ji bo pola 1, 2, 3, 4, û 5'an pirtûk û materyalên li gor metodên nûjen amade kirin. Di van pirtûkan de jî amadekarên pirtûkan bi xwe metnên mijaran nivîsîn, hin çîrokên zarokan jî ji Elmanî wergerandin.
Li Kurdistanê pirtûkên dersê
Li Kurdistanê pergala perwerdeyeke navendî tune. Ji ber vê egerê jî di amadekirina pirtûkan de jî saziyeke navendî pêk nehatiye. Li Başûrê Kurdistanê perwerde bi Soranî ye. Metodên perwerdeyê hê bi giranî li ser bingehên pergala perwerdeya olî ne û têkiliyên wê û perwerdeya zanistî gelek melûl in. Li aliyê din ji ber ku alfabe û zarava cuda ye, sûdekê nade beşên din û ti bandoreke wê li deverên din nebûye. Ji ber sîstema alfabeya Erebî pirtûkên dersê yên li vir hatine amadekirin nebûne bingehê perwerdeya giştî.
Li bakur li hin bajaran ji hev qut hin komên amadekirina pirtûkan hatin damezirandin. Înstîtûta Kurdî ji bo mezinan bi navê "Hînker" du pirtûk amade kirin.
Bi kurtî hetanê perwerdeyeke navendî bi rêberiya polîtika perwerdeya neteweyî pêk neyê, dê berhemên di dersê de tên bikaranîn jî di warê metnên wêjeyî de, melûl yan jî yek alî bimînin.
Encam
Dema mirov vê dîroka perwerdeya bi Kurdî di ber çavan re derbas dike, dibîne ku tu carî yekîtiyeke perwerdê pêk nehatiye, polîtîkayeke perwerde ya neteweyî di nava Kurdan de rûneniştiye. Heta piraniya Kurdan dema peyva perwerdê dibihîsin; Erebî, Tirkî yan jî zimanekî bîyanî tê bîra wan.
Perwerde tim di bin siya polîtîka hin bawerî, kom û dewletên dagirker de maye. Perwerdeya li medreseyan li gor polîtîka perwerdeya baweriya Îslamî hatiye meşandin. Lema dema mirov li mirîtiyên navê wan di Şerefnameyê de hene dinêre, dibîne ku her kesî xwe biriye rîçalekî Ereban ve girêdaye. Hemû şêx xwe dolê Ereban dibîne, Seyîd jî her wisa.
Her kom, partî û heremî di dersan de dîroka koma xwe, metnên çîrokên kom û baweriya xwe, henek û helbesten li gor baweriya xwe pêk anîne û tînin.
Gelek alfabeyên cûda hatine bikaranîn û îro jî alfabeyên Aramî, Kirîlî û Latînî tên bikaranîn. Metodên di dersan de hatine bikaranîn jî ji hev gelek cuda ne. Mînak, li medreseyan û li Başûr hê jî bandora methodên fêrkirina Erebî heye. Li Ewrûpayê jî methodên nûjen ên pedagojîk li kar in.
10.08.2016, ji paşgoya Yenî Ozgur Polîtîka "PolitikART"ê hatiye girtin


