Amed
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo sererastkirina zeviyên çandiniyê yên ku ji ber şewata navçeya Çinarê zirar dîtine, bi yekdengî qebûl kir ku 50 ton desteka genim bide cotkaran.
Di rûniştina sêyemîn a civîna asayî ya meha gelawêjê de, Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo erdên çandiniyê yên ji ber şewata ku di 20'ê pûşperê de li qadeke berfireh a di navbera Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de derketibû û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, biryar girt.
Di civîna meha tîrmehê de, piştî ku pêşniyara der barê vejandina erdên çandiniyê yên ji ber şewatê zirar dîtibûn ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin, mijar derbasî Komîsyona Aboriya Herêmî hat kirin. Rapora ku komîsyonê amade kiribû pêşkêşî Meclisê hat kirin û hat nirxandin. Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, rapora 50 ton desteka ji bo cotkaran ji bo sererastkirina zeviyên çandiniyê yên ku ji ber şewata navçeya Çinarê zirar dîtine, bi yekdengî qebûl kir.
'Em ê piştgiriya genimî bidinê'
Hevseroka Meclisa Şaredariyê Emîne Akin bi vê biryarê got ku ew dê her li cem gel bin.
Serokê Daîreya Xizmetên Gundewarî Velat Ozer jî wiha got: “Li gorî van tesbîtan me bi muxtaran re ji ber xisara çandiniyê lêkolîna fîzîbîlîteyê kir. Her wiha em ê di nîvê meha sermawezê de piştgiriya tovên genim ên pêwîst pêşkêşî hevwelatî û cotkarên xwe bikin."