AMED
Midûrê Karê Nivîsan ê kovara Guneyê Azîz Ozer bi îdiaya ku di karîkatûr û çîrokeke weşandî de 'Propagandaya PKK'ê kiriye' bi salek û 6 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Li Midûrê Karê Nivîsan ê kovara çand huner û wêjeyî ya bi navê "Guney" bi hinceta 'propagandaya PKK'ê kiriye' cezayê girtîgehê hate birîn.
Midûrê kovarê Ozer bi salek û 6 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin. Doza ku ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, ji ber çîroka Mehmet Sogut a bi navê 'Çîroka berxwedana nedîtî ya sê rojan' ku di hejmara 51'emîn de hate weşandin û çîroka Meray Ulgen a bi navê 'Dadger' hate vekirin. Her wiha ji ber karîkatûra Meray Ulgen ya bi navê 'Niyazî Şehîd' jî li Midûrê Karê Nîvisan Azîz Ozer doz hate vekirin. Di danişîna 31'ê adarê ya li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin de salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Ozer hate birîn.
Di daxuyaniya ku li ser navê Kovara Guney hate dayîn de hate diyarkirin ku dewlet dixwaze desthilatdariya xwe bêyî ku hêzeke muxalefetê hebe, bidomîne û lewre jî zext û zordariya li ser çapemeniyê, hewldanên avakirina baxçeyekî bê kelem in.
Hejmara 53'emîn a kovara Guneyê jî ji ber dosya 'Mafên Zarokên Kurd ên di Zîndanan de' bi tevahî hatibû berhevkirin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin