Diyarname
Li herêma Penza ya Rusyayê endamên Partiya Komunîst a Federasyona Rusyayê sala 2016'an wekî "Sala Stalîn" îlan kir. Di vê çarçoveyê de dê li Penzayê Navenda Stalîn jî bê vekirin.
Di çarçoveya 80'emîn salvegera pejirandina Zagona Bingehîn a Rusyayê ya ku hatibû qebûlkirin de sala pêşiya me wekî Sala Stalîn hat ragihandin. Mebûsê Partiya Komunîst a Penzayê Georgiy Kamnev got ku di demên dawî de li hemberî serdema Stalîn gotinên nerast têne kirin, van yekan jî kiriye ku biryareke wisa bigirin û wiha got: "Êrîş parastina herî baş e. Emê li ser serdema Stalîn û şexsiyeta Stalîn rastiyên dîrokî bînin zinan."
Li gor nûçeyan Sputnikê li Penzayê dê Navenda Stalîn vekin, di navendê de civînên zanistî bikin, gotûbêjên ligel gel, nîşandayîna fîlman û her wiha dê bursa Stalîn bidin xwendekarên ku dîrokê dixwînin.


