PERWER YAŞ - Berlîn
Li bajarekî din ê Almanyayê kurdî wekî dersa hilbijartî hate qebûlkirin. Piştî bajarên Duisburg, Wesel, Bottrop, Bonn û Koln ên Eyaleta Ren Vestfalya ya Bakur, wê zarokên kurd êdî bikarin di dibistanên alman ên bajarê Munsterê de jî zimanê xwe yê zikmakî (kurdî) hîn bibin. Li Almanyayê nêzî 1500 xwendekarên kurdî hene.
Rêveberiya Perwerdehiya Munsterê ragihand ku kurdî wekî dersa hilbijarî li navçeya Sendenê hatiye qebûlkirin. Serlêdana dersa kurdî ji aliyê Komeleya Piştgirî ya Alman-Kurdan ve hatibû kirin û dersa kurdî di 11’ê kewçêrê, roja sêşemê dest pê dike.
Wê dersa kurdî di rojên sêşem û pênçşemê de, di demjimêr 14.30-16.00 de li Dibistana Seretayî ya Marien bê dayîn û wê 30 xwendekar beşdar bibin. Lê li gorî şêniya kurdan a li Munster û derdora wê, dibe jimara xwendekaran zêdetir bibe. Jixwe xwendekarên ku dixwazin beşdarî dersên hilbijarî bibin, kurdî hildibijêrin.
LI NRW’YÊ 401 XWENDEKAR ZIMANÊ ZIKMAKÎ FÊR DIBIN
Li mezintirîn eyaleta Almanyayê, ku di heman demê de herî zêde kurd lê dijîn Eyaleta Ren Vestfalya ya Bakur (NRW) ji mêj ve kurd bi kurdî perwerdehiyê dibînin. Li gor daneyên Wezareta Perwerdehiyê ya Almanyayê niha li bajarên Duisburg, Wesel, Bottrop, Bonn û Koln ên NRW 401 xwendekar perwerdehiya bi kurdî dibînin. Her wiha, ji bilî NRW’yê, li eyaletên Bremen, Hamburg ve Saksonyaya Jêrîn jî perwerdehiya bi kurdî tê dayîn.
Partiya Çepgir a Alman di meha adarê de pêşnûmeyekê der barê penaberên kurd ên ên li Almayayê de pêşkêşê Meclisa Federal a Almanyayê kiribû, di pêşnûmeyê de daneyên Wezareta Perwerdehiya kurdî ya li gelemperiya welêt cih girtibû. Wezareta Perwedehiyê ya Alman dabû diyarkirin ku hikumeta alman ji bo zêdekirin mafê perwerdehiyê ji bo kurdan hewl dide û der barê van eyaletên perwerdehiya kurdî lê tên dayîn de ev agahî dabû:
LI 4 EYALETAN 1500 XWENDEKAR
- Li Eyaleta Bremenê 148 xwendekar perwerdehiya bi kurdî dibînin. Li 8 dibistanan 23 komên xwendekarên kurd beşdarî dersên kurdî dibin.
- Li Hambûrgê jî eyalet butçeya perwerdehiya bi kurdî dide. Di 4 dibistanên elayetê de 8 komên xwendekar, 5 mamosteyên kurdî û 97 xwendekarên kurdî fêr dibin hene.
- Herî zêde xwendekarên kurd li Eyaleta Sasonyaya Jêrîn dersa bi kurdî dibînin. Li vir 546 xwendekar, di 36 dibistanan de, bi awayê 85 komên perwerdeyê dersên kurdî dibînin.
Lê qebûlkirina perwerdeya kurdî ya li van her çar eyaletan, ji aliyê mîlyonek kurdên li Almanyayê dijîn ve bes nayê dîtin. Di çaçoveya Kampanyaya “Bila nasnameya kurdan li Almanyayê bê nasîn” di 1’ê rezberê de da destpêkirin, nêzî 30 sazî û komeleyan piştgirî û nêzî 60 hezar îmze hatin komkirin. Kurdan ev îmze dane Komîsyona Daxwazname û Îmzeyan a Meclîsa Federal a Elmanyayê. Lê heta niha serlêdana Kurdan nehatiye vekolan.