PiÅŸtî Kobanî û Efrînê li Dêrikê jî kurdan dest danî ser saziyên dewletê û rêveberî bi dest xistin.
Li baÅŸûrê Kurdistanê kurd berê ve dest datînin ser rêveberiyên bajar û navçeyên ku kurd lê dijîn. Li gor agahiyên ku hatine vê serê sibê li Dêrika Hemko jî gel dest daniye ser saziyên dewletê û rêveberî bi dest xistiye.
Kurdan di 19'ê mehê de Kobanî, 20'ê mehê de Efrîn û vê 21'ê mehê de jî dest danî ser Dêrika Hemko. Li van deran saziyên rejima Baas ku ev 40 sal e li desthilatdariyê ye ketin destên kurdan.
Li QamiÅŸloyê pevçûn
Di vê navberê de li QamiÅŸloyê hêzên Sûriyê êrîÅŸê hêzên YPG'ê (Yekîneyên Hêzên Gel) kir û yek ji YPG'ê birîndar bûye.
Ji TEV-DEM'ê bang
Di vê navberê de Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) bang li gelê ereb, ermen û asûrî-keldanî kir ku li cem kurdan cih bigirin û soz da ku dê wan biparêzin. TEV-DEM'ê got "Em pêÅŸeroja xwe li ser bingeheke nû ava dikin" û diyar kir ku hê tu tiÅŸtek xilas nebûye, her didome û li hemberî provakasyonan jî divê kurd hiÅŸyar bin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Kurdan rêveberiya Efrînê jî bi dest xist
- Kurdan rêveberiya Kobaniyê bi dest xistin
- Hevpeyvînek li ser rewÅŸa kurdên Sûrî