Efrîn
Kurdan piştî Kobanî, rêveberiya Efrînê jî bi dest xistin. Hat ragihandin ku kurdan rêveberiya Efrînê bi giştî xistiye destê xwe.
Hate gotin ku li bajarê Efrînê gelê kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên sivîl bi ser sazî û dezgehên rêjîma Baas de girtin û rêveberiya bajêr xistin destê xwe.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê yê Efrînê, Yekîneyên Parastina Gel îro danê sibê hemû gund, navçe û navenda Efrînê xistine destê xwe. Hat ragihandin ku bêyî ku rastî berxwedana hêza rejîmê bên û bêyî ku tundî bi kar bîne bi temamiya bajêr xistine destê xwe.
Niha rêveberî bi temamî di destê kurdan de ye. Kurdan meha borî bajaroka Mabeta ya Efrînê jî bi dest xistibû.
Duh (19’ê tîrmehê) jî kurdan li bajarê Kobanî dest danîbû ser hemû saziyên hikumeta rejîma Sûriyeyê. Rayedarên kurd ragihandin ku wan bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê kurdan de ye.
Ji ANF'ê hatiye girtin
**
Nûçeyên eleqedar:


