Vîrusa korona hat Tirkiyeyê
Diyarname
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettin Koca nîvê þevê saet nêzî 1'ê þevê derket pêþberî çapemeniyê û bi awayekî fermî eþkere kir ku kesekî bi vê vîrusê ketiye.
Heta niha her çiqas îdîa hebûn ku li Tirkiyeyê hin bi vê nexweþiyê ketine jî tu daxuyanî tune bû, mesele nehatibû zelal kirin. Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Koca daxuyanî da û eþkere kir ku kesekî bi vîrusê ketiye. Koca got ku ev agahiyeke xemgîn e lê ne agahiyeke mirov jê bitirse û got: "Kesekî bi tîna zêde û quxikê serî li navenda tenduristiyê daye, di encama lêkolînê de diyar bûye ku pêre vîrusa koronayê heye. Ew mêrekî ye. Em nabêjin kî ye, lê rewþa wî baþ e. Em nabêjin li kîjan bajarî ye, ne hewceye em qala bajarek, nexweþxaneyek bikin."
Wezîr Koca diyar kir ku meseleya 14 rojan cidî bigirin, kesên ji derveyî Tirkiyeyê hatine divê 14 rojan di bin çavdêriyê de bin.
Ev meseleya vîruso koronayê pêþî li Çînê derket û paþê li dinyayê belav bû. Heta niha bi hezaran kes ji ber vê nexweþiyê mirine. Li Tirkiyeyê yekem car daxuyaniyeke fermî ku kesek bi vê nexweþiyê ketiye hatiye dayîn.