Diyarname
Hunermenda navdar a îngilîz Adele biryar da ku navberek bide xebatên xwe yên muzîkê.
Adele gotiye ku niha dixwaze navberê bide muzîkê, ewê albümeke nû jî çêneke. Li ser vê wisa gotiye, "Armanceke min a straneke nû çêbikim tune ye. Piştî vê konserê ezê demek dirêj navberê bidim. Ez diwazim hin tiştên din ên afirîner çêbikim. Herî hindik demek navberê bidim."
Ew ji sala 2022'yan ve li Las Vegasê konserê dide, konsera wê ya dawî dê roja 23'yê sermaweza 2024'an be.
Adele vê havînê di meha gelawêjê de wê li Munihê 10 konseran bide.
Stranbêja 39 salî albuma xwe ya yekê bi navê "19" di sala 2008'an de derxistibû. Stranên wê yên wekî "Someone Like You", "Easy On Me" navdar in.