Nameyek ji Sultan Sulêman re
Egît Yar
Dîkekî çargurçik, her du baskên xwe li hev xist û heta Xwedê hinir dayê di guhê berbangê de qîriya: “rabiiin rabin! Xew mirinê bi bi xwe re tîne!” û xilbexilb ket nava mirovên ku di tevizîna mirinê de bûn. Ewil, kalekî hezhezî; temen hezar-sal, yê dem-û-dewranan, hiþyar dibe. Nola entiqeyekî toksîn-girtî, bîrova sedê-salan, ji ser xwe dawiþîne. Riha xwe ya ku li erdê pel-û-pahn bûye, dide ser hev, di ber piþta xwe re dike, zend-û-bendê xwe yê li hev badayê, vedimale û derdikeve ser tilmekî. Bayê felekê dike guve guv û rîha kalokê dem-û-dewranan, li ber qursik qursikî dibe û di bin çengan re, di ser milan re derbas dibe û li piþt wî direqise. Kalo, çavê xwe li ser kêbêsên mirovan digerîne. Nola ku mîrov, mîlyonek kewarên mêþê hinguv, deyne binê newaleke kûr û tarî, hîbhîb ji nav kibêsên mirovan dihat. Kalo, çend halanên serdemên kevnar, di kibêsên mîrovan hilda. Kibêsa mîrovan rabû ser tapanê. Pêl li stûyê hev kirin, pêl li zikê hev kirin; nola mahþotê biharê di bin konik de, bû xilexila wan, xwe di ser hev û di bin hev re kirin. Awirê Kalo û Xortekî, tev-dixuruce. Xortê bi qilafet û bi dar-û-ber, nola hogeçekî çav-reþ, ku dema dimeþiya erd dihejand, hat li ber Kalo çong veda, destê xwe da ser dilê xwe û ji Kalo re qam veda. Paþê jî rabû ser xwe, destê Kalo ji nav rîha wî derxist, maçî kir û da eniya xwe. Kalo, destê xwe li piþta xortê nola hogeçekî çav reþ xist, nistiya xwe di gel mohreke dem-û-dewranan dayê û xatirê xwe ji xort xwest. Xortê nola hogeçekî çav-reþ, cardin ji Kalo re qam veda. Kalo, sê gav avêt, di gava çara de cit sekinî, destê xwe di paxila xwe de peland û pîrtûkek ku rûpelê wê ji çermên xezalan bû derxist. Li ser hustê xwe re fitilî, hîn jî Xort di daqûlbûna qam-vedanê de bû. Kalo, ew pîrtûk jî da Xort û nola gersitêrkekê ji wir xuricî, çû....
Kibêsên mirovan, di pêþengiya Xortê çar-gurçik de, ajot ser kelehên zaliman û yeko yeko ruxand, di þûna wan de konên azadiyê yên hezar sitûn vegirt. Heftê û du milet vehewand binî. Sufra bi xêr û bêr raxist, heta þîrê xezalan jî li ser. Nedixwest xumûm were li ser merdiya keç û lawê Kurd. Çil roj û çil þev govenda eþqê gerandin, her kes bi meya wê ser xweþ. Eþq û reqsa Kurdo bi nav û deng e, ji vir heta Çîn-û-maçîn û heta welatê Hindê....
Hogeçê çav-reþ, êdî bûbû Beran; bûbû rêberê gelê xwe. Her ku diçû, artêþa wî mezin dibû; nola werma mêhr pêre dihat. Welatê wî bûbû dayikek çil-pêsîr û di her pêsîrek wê re, durrekî xwedayî jê diherikî. Serok û rêberê gebgebe, di qesr û qonaxên ku ji perê teyran hatibû avakirin de, dadinîþt…
Dem diçe dewran tê û geleeek baçermok xwe dirûçikînin, da ku rengekî bide qesra beranê çav-reþ, kilê çavan, Rêberê gebgebe…
Þevekê ji þevan, Rêberê welatê li ser piþta gê-û-masî, di qesra xwe ya ji perê teyran, di nav nivînê ji hevîrþêm, yên nola perr-û-pîþo nerm de, xewnekê dibîne. Xewna bi xof û hêbet, nivînê ji perr-û-pîþo, nola qalikê kîso, lê dicivi-hev; enî xwîdan dide û di eyarê xwe de diqerpiçe. Piþtî vegewixandineke bîhn-fetisok, bi borîn, çingî ser xwe dibe. Eniya xwe ya ku zipikzîpikî xwêdan dabû, bi kefa destê xwe vemalt. Hîn jî qîrîna Kalokê dem-û-dewranan, di pîstika mejûyê wî de deng-vedida: “Kanî mohr û pîrtûka min bide min. Êdî destê min ne li piþta te ye û nistiya min jî ne bi tere ye. Rojekê ji rojan, te ev pîrtûk venekir û te nîþeyên zer-zêrînî nexwend. Aha vaye ji qirnê Feqî, Evdal, M. Arîf, Girabêt, Meyremê, Þakiro, Eyþanê û yên din, tenê Gulbihar mabû û tu li wê jî xwedî derneketî! Êdî Feqî, bi zimanê teyran nalorîne û Evdal, sitrana qulingê bask-þikestî nabêje!…..”
Qulingên bi meya eþqê þerxweþ, hew direqisin û nema govenda dilan digerînin. Lewra Gul(ên)bihar(an) çilmisî……