Dêrsim
Li Dêrsimê gundê "Xeceriye" di sala 1958'an de ji aliyê hikumetê wê demê ve hatibû guhartin û kirina "Gudeç". Gundiyan niha serî li Wezareta Karên Hundir da û navê gundê xwe guhartin, dîsa kirin Xeceriye.
Di dema hikumeta Partiya Demokrat de navê gund hatibû guhartin. Ligel Xeceriye 273 gundên din ên kurdan û hin jê ên ermenan hatibûn guhartin. Xeceriye girêdayî Nazîmiye ye û 25 kîlometre jê dûr e. Gundiyan piştî 55 salan navê resen li gundê xwe kir û tabelaya nû jî daçikandin.
Serokê BDP'a Dêrsimê Ergîn Dogru got ku gundiyên Xeceriyeyê berxwedaneke mînak nîşan dane, mafê xwe bi paş ve girtine. Dogru got ku ew bi gundiyên Xeceriyeyê serbilind in û xwest navên gundên din jî bi paş ve bêne îadekirin.