Cîhan Roj
Heger ku xebat ne afirandina têgehan bûya, di der barê rêziman an jî beşên din ên zimên de bûna heya dor bihata me hê gelek însan hebûn.
Rexneya ku xwe da der li nêziktêdayîn û hişmendiyê bû. Hûn devê kîjan kurdê vedikin, dibêjin zimanê me gelek dewlemend e. Heger ku ev rast be, wê çaxê afirandina têgehan a bi wî awayî şaş e. Belê, ez jî dfikirim ku kurdî dewlemend e, referans jî dîsa kurdî bi xwe ye. Heman dewlemendî di kurmancî de jî heye; bi hezaran peyvên mirî û ên li ber mirinê hene. Lê nayên nirxandin.
Ji şîroveyan bêtir ezê mînakan bidim da ku niyeta me were fehm kirin:
“avêtiyên hişk” an “herdeyên hişk”?
Di komxebatê de , “Avêtiyên hişk (kati atiklar)” hatiye qebûlkirin. Ji tirkî hatiye wergerandin. Na, mesele ne ew e bê ji kîjan zimanî hatiye wergerandin an jî girtin, berî wê du pirs hene; yek, gelo derfetên ziman li ber çav hatin girtin, têgehên nêzî “avêtiyên” hişk di kurmancî de hene an na? A din, ê ziman karibe hezim bike?
Şîroveya ji alî etîmîlojîk ve dihêlim ji bo zimanzanan. Du derbirînan bi bîr dixim, yek “kevnekot” e a din jî “herde û hurde”ye. Peyva kevnekot ji bo cil û her cûre qumaşên kevin tê bikar anîn. Derbirîna, herde û hurde jî di wateya “avêtiyên hişk” de tê bikar anîn. Çi têkiliya hurdeyê bi xurdeyê re heye bila bimîne li dera ha. Gelo peyva “herde” ku li ber mirinê ye di dewsa “avêtiyan” de cî bida xwe wê çi bûya? Ne, “avêtiyên hişk”, “herdeyên hişk” bûya?
Mîsal hûn ji bo “atik su” heger bêjin "avêtiyên avî" nabe (ev têgeh di nav biryarên xebatê de nîn e) ji lewre di kurmancî de “avşo” heye û li cî ye.
Mînakek din, têgeha “buro” hatiye qebûlkirin. Tu problem jî nîn e, lê bi qasî peyva “ofîs” bi rihetî nayê bilêvkirin.
Bi çend nîşeyan dawî li nivîsa der barê babetê de bînim û li “wêneyê” xwe vegerim:
1. Min di nivîsa pêşî de gotibû ezê biryaran esas bigirim ji bilî çend têgehan. Helbet ev tê wê wateyê ku bê xebat ji bo min jî çiqas hêja ye, ev ziman teşe dide jiyan û rihê min jî, ma kî tiliya xwe di çavê xwe re dike, kî diwaze bi zimanekî ji gelek waran bêpar maye re bijî.
2. Kesên ku hûn xîtab dikin rewşenbîr, zimanzan û nivîskar in, bi a min ne hewceyê çepikan e. Ji kesên tevlî xebatê bûne jê hinan baş nas dikim, dizanim ku ew ji zûde ji pira romantîzma tîr û îdealîzeya rengtarî derbas bûne.
3. Heger ku gotin û fikir xwe bidin der û însan nebêje ev dibe xirabiya herî mezin ku însan li zimên dike. Ku li navenda rexneyan “takekes” an jî “şexs” tunebin, ji dilekî pak û niyetek xweş xwe bidin der her nivîs ji nîvê rastiyê dibuhure, ev jî ne hindik e.
***
Nivîsên li ser vê NÎQAŞ'a Termolojiya Peyvên Îdarî:
- Mazhar Gunbat: Termînolojiya kurmancî û rexneyek
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
- Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî