Diyarname
Li Îranê dora 2'yan a Hilbijartina Serokomariyê li dar ket. Ji berendaman Mesûd Pezeşkiyan bi sedî 53.7 bi ser ket û bû serokomarê nû yê Îranê. Reqîbê wî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî Saîd Celîlî sedî 44.4 deng girtin.
Mesûd Pezeşkiyan ê bû Serokomarê Îranê kî ye, heta niha çi kiriye?
- Mesûd Pezeşkiyan di sala 1954'an de li Mehabadê hatiye dinê.
- Ew ji sala 2008'an ve endamê parlemenê ye. Di navbera 2016-2020'î cîgerê serokê parlemenê bû.
- Ew doktorê dilî ye, loma jî demek dirêj di Parlemena Îranê de wekî endamê komisyona tenduristiyê kar kiriye.
- Di destpêka 2000'î di kabîneya Serokomarê Îranê Mihemed Hatemî de Wezîrê Tendurisyê bû.
- Pezeşkiyan di sala 2013'yan de jî bû berendamê Serokomariyê lê ji bo Haşîmî Resancanî xwe bi paş ve vekişand. Di sala 2021'ê de bû berendam, lê Konseya Ewlehiya Bingehîn berendamtiya wî betal kir û nehişt bibe berendam.
- Pezeşkiyan berî hilbijartina Dora 2'yan di mîtîngeke xwe de gotina "Bijî Kurdistan, Bijî Îran" bilind kir û ji berendamên kurd ên herêma Kurdistana Îranê deng xwestin.
***
Nûçeyê Eleqedar:
- Hilbijartina Îranê: Mihafezekar û reformîstek man dora didiyan
- Li Îranê hilbijartina ji bo Serokomarî dest pê kir