Muharrem Erbey ji girtîgehê nivîsî
MURAT KUSEYRÎ / STOCKHOLM
Cîgirê Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), nivîskar û parêzer Muherrem Erbey ê ji berfanbara sala 2009 ve di bin navê Doza KCK’ê de hatiye girtin û di Girtîgeha Amedê de ye, gotarekê bi sernavê "Ji bo kesên ku bi hêrsa xwe xwe xwedî dikin û dixwazin bê çare bihêlin bersiv: Nirxên Mirovahiyê Jênegerên me ne” nivîsand. Gotar di “Dissidentbloggen” a ji aliyê Saziya Alîkar a Klûba PEN’ê ya Swêdê Sîda û bi piþtgiriya Konseya Çandê ya Dewletê ve tê weþandin, hate weþandin.
Erbey wekî parêzvanekî ê mafên mirovan nêrînên xwe der barê kiryarên ji bo mafên mirovan û “pêþîlêvekirina demokratîk” de wiha rave dike; “Me pêkanînên hêzên ewlehiyê tesbît kir, me kir belge, me kir rapor. Mafên mirovan bûne nêrîna sereke ya demokrasiyê. Rejîmên ku mafên mirovan bin pê bikin, ew ne rewa ne.”
MIN DUYEMÎN DOSYAYA XWE YA ÇÎROKAN QEDAND
Erbey destnîþan dike ku ew dema xwe ya di girtîgehê de bi awayekî erênî jî bi kar tîne. Dibêje ku ew di nava hizir û bîrên kûr de, firsenda hizîrîn, û zêdetir xwendinê bi dest dixe û “roman û çîrokên ku min berê dixwest binivîsin têne ber min”:
“Min duyemîn dosyaya xwe ya çîrokan qedand. Demek dirêj bû ku çîrok di hiþê min debû. Çîroka yên ji bo biþaftina kurdan di sala 1938'an de ji Yugoslavyayê dianîn Amedê û heta roja me ya îro dom kir, her wiha di sala 1986'an de nameyên keçeke tirk a li Yugoslavyayê û xorteke kurd li Amedê. Ji ber þerê navxweyî yê li Yugoslavyayê li hev du winda dibin û evîna wan qut dibe. Di sala 2008'an de li Londonê hev du dibînin. Min ev kir mijara romanekê. Hêvîdar im ku ez ê li derve biqedînim.”
ÞEV XWE ZÛ BERDIDE NAVA ZINDANAN
Erbey zehmetiyên jiyanî yên di girtîgehan de bi van hevokan vedibêje; “Wekî ku helbestkar gotiye; ‘þev xwe zû berdide zindanan, ejderha be jî fêde nade...’ Bi roj em ber xwe didin, li 'hawalandirma'yê volta davêjin, li nebatên biçûcik ku bayê tixumê wan anîye û li nav qeliþtekên betonê þîn bûne dinêrin, em li asîmanê dinêrin, wisa dem derbas dibe. Lê êvarê girtîgeh diþibe girtgîgehan, tenêtî tenêtiyê dipêçe, girtîbûn bi zendên xwe xwe li te dipêçe. Ji pencereyê ez li stêrkan, li balafirên ku diçe dinêrin. Li ser yên di balafirê de ne difikirim.
BAVITÎ ÊDÎ DÎLÎ YE
Êvaran tê bîra min ku ez hevser û bav im. Tengezar dibim. Bêçaretî çiqas zor e, çiqas zehmet e û ji mirinê wêdetir e. Bavitî dîlî ye. Tu li hemberî civak, hevser û zarokên xwe her tim dîl î. Ev dîlî ne bes bû, îca pir zor e ku te bê çare bihêlin, di geliyeke kûr de xewnan bibînî, azadiya te ji te bigirin, pir zor e.
GIRTIN ÊDÎ NE TEDBÎR E, CEZAKIRIN E
Ji ber ku min tenê ramanên xwe vegotiye, bi gotina kurên min Robîn (9) 'ji ber ku min alîkarî daye mirovan', zêdetirê 19 mehan e, ez di sermayê de, di germê de li benda peydabûna dadê me. Ez optîmîst im. Kurd tenê dixwazin zimanê xwe, çanda xwe fêr bibin, bibin xwediyê satûteyekê, her wiha dixwazin rêveberiya xwe ava bikin. 123.000 mirov di girtîgehan de hene. Rêjeya girtinê li Ewropayê %10 e, li Tirkiyeyê %60 e. Êdî girtin ne ji bo tedbîrgirinê ye, vegeriyaye cezakirinê. Biryarên DMME’yê nayên pêkanîn, Siyaset xitimî ye.”
Erbey di dawiya nameyê de balê dikiþîne ku ew her tim li dijî tundiyê ye, diyar dike ku ew dixwaze ku pirsgirêk li ser esasê diyaloga civakî were çareserkirin, her wiha balê dikiþîne ser piþtgiriya ku PEN’a DYE û Swêdê dide wî.
Ji ANF'ê hatiye girtin