Diyarname
Hunermendê navdar Michael Jackson ku di sala 2009'an de jiyana xwe ji dest da îsal dawiya demsala havînê dê bi konsereke bê bibîranîn.
Konsera ku dê li 02 Arena ya li Londora Îngilistanê de bê li dar xistin hê tam roja wê diyar nekirine lê kesên ku dê beşdarî konserê bibin diyar bûn. Di nav hunermendên ku dê di konserê de derkevin ser dikê de Jay-z, Kanye West, Cee lo, Chris Brown, Justin Bieber, Usher, Justin Timberlake, Christina Aguilera û Bruna Mars hene.
Serokê AEG Live Randy Phillips li ser konsera bibîranînê wisa got: "Ger Michael Jackson wefat nekira, dê şovek ji 50 konseran pêkhatî li 02 Arenayê li dar bixista. Em dixwazin konserên This Is It veguherînin konserên bibîranînê. Em dixwazin çalakiyeke li dar bixin ku têde malbata wî û hunermendên navdar ku bandor ji muzîka Jackson girtine jî têde derkevin ser dikê."