Diyarname
Lîstikvanê Tottenhamê Harry Kane îro golek avêt Manchester City (MC) ku bi vê golê hem li mala MC ew têk bir û hem jî Kane bi vê rekora golavêtinê li nav time xwe şikand.
Tottenhamê li mala xwe, li Stada Hotspurê tîma mezin MC kir mêvan. Tottenhamê di deqîqeya 15'an de bi gola Harry Kane bi 1-0 MC têk bir. MC'ê bi vê têkçûnê de pêşbaziya şampiyoniyê de derbeyeke mezin xwar.
Li aliyê din Kane bi vê golê bû 267 gol ku li Tottenhamê diavêje. Bi vê yekê di nav dîroka klûba xwe de bû kesê herî zêde gol avêtine û ket nava dîrokê. Kane ku hê ciwan e û hê di gelek maçan de dê bilîze, ji niha de diyar e dê hê pir golan biavêje û vê rekorê berjortir bibe.
Rewşa nû
Di Premier Lîgê de Arsenal bi 50 pûanan lîder, MC bi 45 pûanan di rêza duyemîn de ye.Manchester United bi 42 pûanan sêyemîn Newcastle United xwedî 40 pûanan û Tottenham jî bi 39 pûanan di rêza pêncan de ye.