Diyarname
Şevên xwendinê yên bi armanca danasîna wergera romana nivîskar Helîm Yûsiv “99 morîkên belavbûyî” ya bi almanî “99 verstreute Perlen” li Almanyayê berdewam dikin.
Helîm Yûsiv vê carê li bajarê Giessen ê Almanyayê bi xwendevanên xwe re tê ba hev.
Şeva xwendinê ya li vî bajarî ji aliyê Komeleya Civaka Kurd-Alman (Deutsch-Kurdische Gesellschaft Gießen e.V) ve tê amadekirin. Birêveçûna şeva xwendinê wê bi almanî be. Li gor herikîna bernameyê wê ji hinek beşên pirtûka “99 verstreute Perlen” werin xwendin û nivîskar Helîm Yûsiv jî wê pirsên di derbarê vê berhemê û bi giştî xebatên xwe yên wêjeyî de bibersivîne.
Romana “99 verstreute Perlen” ku wergera “99 morîkên belavbûyî” ya kurdî ye, par ji aliyê weşanxaneya almanî Sujet Verlag ve hate weşandin û heta niha li gelek bajaran bi beşdariya nivîskar Helîm Yûsiv danasîna wê hatiye lidarxsitin.
Şeva xwendinê ya bi beşdariya Helîm Yûsiv wê li bajarê Giessenê li vê navnîşanê pêk were: Kongresshalle Giessen, Raum Kerkrade, Berliner Platz 2 35390 Giessen. Çalakî 21'ê mehê saet 19.00'an dest pê dike.
Romana “99 morîkên belavbûyî” ji bilî veguhestina bi zaravayê soranî, ji bo zimanên farisî û erebî jî hatibû wergerandin û weşandin.

Helîm Yûsiv vê carê wê li bajarê Giessenê be.



