Diyarname
Îro li Qoserê li Salona Keskê bi beşdariya nivîskar Cîhan Roj gotûêjek bi navê "Di romana kurdî de avakarî' gotûbêjek li dar ket.
Di gotûbêja ku Kerîm Koşar bi rê ve bir û eleqeyek baş ji bo wê hebû de Cîhan Roj wekî axivger beşdar bû. Roj got ku divê di avakariyê de afirînerî, îcad û nûbûn esas were girtin. Roj wisa dom kir: "Heke di avakariyê de mexsed hebin berjewendiyên qelemê esas werin girtin xisarê dide edebiyatê."
Roj di mijara avakariyê de behsa Ehmedê Xanî, Yaşar Kemal, Heciyê Cindî û Mehmed Uzun kir û qala meseyelê di romanan de kir.
Di gotûbêja ku ji aliyê Medî Der û Hêlîn Pirtûkê ve hatibû organîzekirin de gelek hunermend û rewşenbîr jî lê amade bûn. Cîhan Roj piştî axaftinê pirtûkên xwe îmze kirin.