RTUK'ê ji bo kurdî destûr da 14 weþanan
Diyarname
Lijneya Radyo û Televîzyonê ya Bilind (RTUK) ji bo bi zimanên cihê weþanê bike destûr da 14 radyo û televîzyonên ku serî li wan dabû.
RTUK'ê di civîna xwe ya îro de, di çarçoveya "Rêziknameya li ser bikaranîna ziman û zaravayên cihê ya ji aliyê hemwelatiyên tirk ve a di radyo û televîzyonan de" serîlêdana radyo û televîzyonên ku serî li war dabû nirxand.
Di encamê de RTUK'ê biryar da ku li Mêrdînê Cemre FM, li Mêrsînê Radyo Ses, li Rihayê Radyo Net, li Amedê ÇagrýiFM, Gun Radyo, Nur FM, Gun TV, TV 21, Aktuel TV, Soz TV, Can TV, Can Radyo, Aktuel FM û Aksa FM dikare dest bi weþanê bike.
Ev weþan di çarçoveya weþana ku xwestibûn bikin de serî li RTUK'ê dabûn û wê bikaribin bi kurdî (kurmancî, zazakî) û erebî weþanê bikin.