Efrîn
Hate gotin ku helîkopterên artêşa Sûriyeyê li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê bombebaran kirin û di encamê de herî hindik 2 jinên kurd birîndar bûne.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, helîkopterên artêşa Sûriyeyê nîvro danê nîvro gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kirin û du jin birîndar bûn.
Li nêzî navçeya Ezazê ya Efrînê di navbera artêşa rejima Sûriyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê de pevçûn qewimiye. Hêzên rejimê bi hinceta hêzên Artêşa Azad di wir re derbas bûne, du caran gundê kurdan da ber bombeyan.
Balefirên şer ên Artêşa Sûriyeyê jî li ser rêya di navbera Efrîn û Helebê de wesayîtek kirin hedef û encama êrîşa li hemberî vê wesayîtê eşkere nebûye.
Ji ANF'ê hatiye girtin