Diyarname
Nivîskar û rojnameger Huseyîn Deniz roja 9'ê gelawêja 1992'yan ji aliyê JITEM'ê ve li Serêkaniya Rihayê hat kuştin. Di salvegera mirina wî de bi sernavê "Em bîra xwe diparêzin" pêşangehek vedibe.
Huseyîn Denîz nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê bû. Wê demî wî pirtûka "Gotinên Pêşiyan" jî amade kiribû. 1992'yan de hat kuştin. Di 33'yemîn salvegera kuştina wî de malbata wî û nûneriya Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) a Wanê bi hev re pêşangehek vedikin. Pêşangeh 9'ê mehê wê li Galeriya Huner ya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê li dar bikeve.


