Rimêlan
Partiya herî mezin a rojavayê Kurdistanê PYD (Partiya Yekîtiya Demokratîk) di 12'emîn salvegera avakirina xwe de kongreya xwe ya 6'emîn li dar xist. Di kongreya ku ji her çar parçeyan nûnerên partiyên kurdan beşdar bûn de eleqe mezin bû.
Vane notên ji kongreyê:
- Kongre li navçeya Rimelanê li dar ket. Di kongreya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Aramê Dîkran li dar ket de 600 delege amade bûn.
Beşdarên kongreyê
- Ligel Hevserokên PYD'ê Salih Muslim û Asya Abdalluh, Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî, li ser navê HDP'ê mebûsan HDP'ê Selma Irmak, Dîlek Ocalan û Faysal Sariyildiz, li ser navê YNK'ê Mele Bextiyar, li ser navê PDK'ê Kemal Kerkûkî, li ser navê tevgera Goran Zerdeşt Mele Hesen, reveberê Tev-Demê Aldar Xelîl di kongreyê de amade bûn. Dîsa nûnerên Kongreya Jinên Azad, Hizbî Zehmetkêşan, Tevgera Azadî û nûnerên hin partiyên din amade bûn. Hen wiha li dor 300 mêvan li kongreyê bûn.
Pankart û wêne
Li salona kongreyê ligel alên PYD'ê, wêneyên şehîdan û pankartên wekî "Kobanî serketina mirovahî û nirxên neteweyî ye", "Zanist, rêveberî û xwebirêxistinkirin bingeha avakirina azad e", "rêya şehîdên me û fikrên rêberê me ewlehiya azadiya gelan e.", "Siyaseta Demokratî bingeha civaka demokratîk û ekolojîk e".
Abdullah: Armanca me avakirina jiyana azad e
Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah axaftina destpêkê kir û got; "Em silavan li hemû hêzên berxwedêr dikin, sipasiya her kesî dikin ku piştgirî daye berxwedana Rojava. Armanca Şoreşa Rojava çêkirina Sûriyeyek demokratîk û ligel hemû êrîşan jî armanc ew e ku em jiyaneke azad ava bikin."
Muslim: Baweriya me bi vê projeyê me yê xwe bi xwe bi rê ve bibira
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî axivî got: "Di sala 2003'yan de me PYD ava k ir û projeya me ya xweseriya demokratîk hebû. Bi vê projeyê baweriya me ew bû ku me yê xwe bi xwe bi rê ve bibira. Piştî sala 2011'an firsenda em vê xweseriya demokratîk bixin jiyanê çêbû. Roj bi roj welatên dinyayê vê pergala me nas dikin û qebûl dikin. Lê ji bo me ya girîng lidarxistina Kongreya Neteweyî û sazkirina yekîtiya li nav kurdan e.
KCK: Kurdan sînorên li nav xwe têk birin
KCK'ê peyamek ji bo kongreyê şand û got: "Şoreşa Rojava çawa dikare her cure pirsgirêkê çareser bike, dikare pirsgirêka aboriyê jî çareser bike. Bêyî li benda alîkariya li derve bisekine, bi derfetên xwe û hêza xwe dê têkoşînê ji bo xwe bike bingeh."
"Bingeha jiyana azad û demokratîk xweparastin û axala civak xwe biparêze ye, jiyanek azad û wekhev bi vê yekê dikare pêk bê. Ger em parastina xwe nekin em dê têk herin. Bêyî berxwedanê serketin çênabe û parastina rewşa heyî jî nabe."
Irmak: Kongreya PYD'ê wekî Kongreya Neteweyî ye
Hevseroka KCD'ê û Mebûsa HDP'ê Selma Irmak wisa got: "Ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî di vê kongreyê de çêbûye ku ev kongre bûye wekî Kongreya Neteweyî. Ji bo xwedîlêderketina Şoreşa Rojava û sazkirina Kongreya Neteweyî divê têkiliyên di navbera kurdan de xurtir bibin."
Mele Bextiyar: Şoreşa Rojava ewlehiya azadiya her çar parçeyan e
Berpirsê Polîtburoya YNK'ê Mele Bextiyar wisa got: "Li Rojava nêzî 7 hezar şehîd hatine dayîn. Serketina Şoreşa Rojava bingeha ewlehiya Kurdistana azad û Sûriyeya demokratîk e."
"Ji bo piştgiriya mîsyona dîrokî ya PYD'ê û bilindkirina têkoşîna kurdan çi berpirsî bikeve ser milê YNK'ê em amade ne. Niha li ser navê Mam Celal ez li vir im. Xwezî rewşa wî jî baş ba û ew jî li vir ba."
Kerkûkî: Em gavên demokratîk ên Rojava pîroz dikin
Endamê Polîtburoya PDK'ê Kemal Kerkûkî: "Em plan û rojayên Rojava yên di warê demokratîkbûyînê pîroz dikin û em vê serketina Şoreşa Rojava wekî serketina gelê me yê li çar parçeyan dibînin.
Kerkûkî got ku ew ligel xweseriya cewerî ya li Bakur in, û ji bo Rojava jî bang li partiyên siyasî dikin ku yekîtiyê saz bikin.