Enqere
Di Komîsyona Lihevkirinê ya ji bo Zagona Bingehîn a Nû ya Meclisê de li ser kurdî qeyran derket. Mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya onder ji komîsyonê heta 20'ê mehê dem xwest.
Ev demekê Komîsyona Lihevkirinê ya ji bo Zagona Bingehîn a Nû ya Meclisê ji bo nivîsandina xalên nû ya Zagona Bingehîn a Nû xebatên xwe didomîne. Her xala ku dinivîse bi lihevkirinê dinivîse û derbasî xalên nû dibe. Îro di civîna komîsyonê de beşa "Azadiya fikir û ramanê" hate nîqaşkirin. Mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya Onder û Cîgira Hevserokên BDP'ê parêzer Meral Daniş Beştaş ji bo xala 3'yem a Zagona Bingehîn a Nû li ser kurdî pêşniyarek kir. Di pêşniyara BDP'ê de wisa hate gotin: "Her kes fikir û baweriyên xwe bi zimanê ku tercih dike, bi hemû rê û amûrên ku ji aliyê hiqûqî ve meşrû ne bikar tîne, bi tena serê xwe yan jî wekî komî wan tîne ziman û wan belav dike; xwedî vê azadiyê ye. Bêyî ku saziyên dewletê mudexeleyê bikin, ew dikarin xwe bigihînin nûçe, agahî û fikran û van dikarin belav jî bikin; xwedî vê azadiyê ne. Xal van yekan diparêze."
Li ser vê yekê nedamên komîsyonê yên ji AKP, CHP û MHP dijî vê xalê derketin. Li ser vê nerazîbûnê endamên komîsyonê yên BDP'yî ji komîsyonê vekişiyan. Li ser rewşa dawî Mebûsê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder îro li meclisê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Onder wisa got: "Yê me di 17 û 20'ê mehê de kampan nirxandinê ya Koma BDP'ê heye. Di vê kampê de emê meseleyê ji her aliyî ve binirxînin. Heta wê de mesele dê Lijneya Birêvebirina Navendî ya Partiya me de û di Komîsyona Xebatê ya Zagona Bingehîn a Partiya me de jî ev mesele dê bê nîqaşkirin û heta wê demê emê helwestek diyar bikin. Loma heta 20'ê mehê me destûr xwest. Daxwaznameya xwe ya li ser vê me da moderatorê komîsyonê birêz Ahmet Îyîmaya. Ev destûrxwestinek e. Ji bo em di lijneyên xwe yên berpirs de binirxînin me xwest heta 20'ê mehê, me wekî destûrgirtî bihesibînin."
Cîgira Hevserokên BDP'ê parêzer Meral Daniş Beştaş jî li ser meseleyê ji bo DÎHA'yê wisa got: "Her sê partî bûne yek, di komîsyonê de her mijar tê nîqaşkirin lê pêşniyarên me nayên nîqaşkirin. Emê zagoneke demokratîk û azadîxwaz saz bikin yan emê ji Zagona Bingehîn a 82'yan bi paşvetir herin. Nîqaşa bingehîn ev e. Me bal kişand ser xitimandinek. Divê ev xitimîn vebe. Gere her sê partiyên din vê yekê binirxînin. Heta 20'ê mehê emê li nav xwe vê nîqaş bikin. Li hemberî partiya me pêşîlêgirtineke ji gelek aliyan ve heye. Der barê Zagona Bingehîn de tu pêşniyara me nayê nîqaşkirin, gere em vê yekê bidin zanîn."


