Diyarname
Kovara kurdî û tirkî ya du mehane Tîroj bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di hejmara 52'yan a mehên rezber û kewçêrê ya Tîrojê de gelek nivîsên cur bi cur hatine bi cih kirin.
Tîroj ku di her hejmarê de dosyayeke amade dike di vê hejmara xwe de meseleya "Asîmîlasyon bi dawî bû?" girtiye dest. Sami Tan, Fehim Işik, Feratê Dengizî, Îsmaîl Dîndar, Mehmet Bozgeyik, Tolga Toren bi nivîsên xwe beşdarî dosyayê bûne.
Tan dibêje "Tiştên ku ji bo kurdî kirine 'azadiya mirinê ye!'", Fehim Işik jî dibêje ku asîmîlasyon encax bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi dawî dibe. Îsmail Dindar jî bal kişandiye ser heman tiştî û dibêje: "Ger perwerdehiya bi zimanê zikmakî nîn be asîmîlasyon heye."
Di nivîsên kurdî de Salihê Kevirbirî li ser "Dengbêj"an nivîsiye, meseleya dengbêjî, awayê vegotina wan, rûniştina civatkî, di dengbêjiyê de têkiliya hoste û şagirt girtiye dest.
Berjin Hakî li ser jiyana Rewşen Bedirxan nivîseke nivîsiye. Ali Salih Firat bi sernavê "Cihek bi navê Kurdistan..." li ser pirtûka "Kurdistana Osmanî" nivîsa xwe amade kiriye.
Di vê serdema ku gelek nivîskarên nijadperest ên tirk qala meseleya Srî Lanka û Gerîlayên Tamîlê dikin û dixwazin dewlet wekî Srî Lankayê li hemberî PKK'ê tevbigere de Vahap Coşkun bi sernavê "Rojnamegeriya Rambo û 'Modela Srî Lanka'yê" nivîseke girîng nivîsiye. Coşkun wisa nivîsiye: "Di 9 mehên wehşetê de herî hindik 40 hezar sivîl hatin kuştin. Herhal ev tablo tişteke nîşan dide. Li hemberî kesên li ser kursiyên xwe yên nerm rûniştine û reklamê modela Srî Lankayê dikin, divê her kes bi hev re dengê xwe bilind bike û bi taybetî di vê serdema dijwar de bibe alîgirê demokrasiyê û aştiyê."
Dr. Gaye Yilmaz jî bi sernavê "Di sêgoşeya çand, bawerî û xwezayê de Parastina Mûnzûrê" li ser meseleya parastina Mûnzûrê û çand û xwezaya wê derê sekiniye.
Her wiha Bariş Avşar, Nihat Fabian Sozmen, Ferid Edgu, Evdile Dirêj, Receb Dildar, Necmettin Salaz, Yağmur Demir, Bawer Rûken, Cuma Boynukara, Omer Uluçay, Selmet Guler. Sezai Sarioglu, Rêzan Nas, Ali Salih Firat, Metin Aktaş, Gaye Yilmaz, Bulent Falakoglu bi nivîsên xwe; Selim Temo, Bargiran Şanaz, Yusuf Dere, Çetin Lodî, Hogir Jiyan jî bi helbestên xwe beşdarî vê hejmara kovarê bûne.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.