Diyarname
Gerînendeyê Pirtûxaneya Îskenderiyeyê Ehmed Zayid ragihand ku pirtûxaneya wêjevanê ji Misirê Necîb Mehfûz diyarî Pirtûxaneya Skenderiyeyê hatiye kirin û derdora hezar û 500 pirtûk û ferhengên bi zimanên cuda tê de hene.
Zayid diyar kir ku di nava pirtûkan de, bawername, wesîqe, wêneyên kesayetî, kasêtên roman û nivîsên Necîb Mehfûz hene. Li gor nûçeya ANHA'yê Keça Necîb Mehfûz Um Kelsûm pirtûxaneya bavê xwe diyarî pirtûxaneyê kir.
Di Pirtûkxaneya Skenderiyeyê de bi dehan pirtûkxaneyên taybet ên siyasetmedar, ronakbîr, wêjevanên mîna sekreterê giştî yê NY`yê yê berê Butrus Xalî, rojnameger Mihemed Hesenên Heykel û Ebdulrezaq El Senhûrî hene.
Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê li bêndera Îskenderiyeya Misrê ye. Ev pirtûkxane xwedî dîrokek gelek kevn e û li aliyê din di nav dîrokê de gelek caran hatiye talankirin.