logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Hikumeta Başûr nehişt nivîskarên Bakûr û Başûr herin Rojava

Hikumeta Başûrê Kurdistanê nehişt nivîskarên Başûr û Bakur derbasî Rojava bibin û beşdarî mîhrîcanê bibin.

  • Dîrok: 11/06/2015
  • Beş: Nûçeyên Çandî

EKREM BEREKAT / QAMIŞLO / ANHA


Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê û Endamê Komîteya Amdekar ê Mîhrecana Çîorka Kurdî Dîlawerê Zengî diyar kir ku armanca wan ji mîhrîcanê vejandina çand kurdî ye û got: ˮHikmumeta Başûrê Kurdistanê bi armanca têkbirina mîhrîcanê rê ne da nivîskar û rewşenbîrên ji Başûr û Bakur derbasî Rojava bibin. Lê Mihrîcana me serkeftî hate lidarxistin, hewldarên wan têk çûn. ˮ Sekreterê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê Îlhamî Sîdar jî got ku 
tevî hemû hewldanan wan jî PDK'ê destûr neda ew herin.

2'yemîn Mîhrîcana Çîroka Kurdî di 6’ê pûşperê de bi beşdarbûna 34 çîrokan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo bi diruşmeya ˮÇîrok eynika civakê yeˮ dest pê kir. Çav li rê bû 20 nivîskar û çîroknivîs ji Başûr û Bakurê Kurdistanê beşdarî mîhrîcanê bibin. Lê rayedarên PDK’ê rê ne da nivîskar, çîroknivîs derbasî Rojava bibin û beşdarî Mîhrîcanê bibin.

Têkildarî mijarê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê û Endamê Komîteya Amdekar ê Mîhrecana Çîorka Kurdî Dîlawerê Zengî diyar kir ku wan Yekîtiya Wêjevanên Kurd a Başûrê Kurdistanê ji bo beşdarbûna Mîhrîcanê ji bo beşdarî mîhrîcanê bibin dawet kir û got: ˮSerokê Yekîtiya Wêjevanên Kurd a Başûrê Kurdistanê Kak Mam Botanê kêfxweşiya xwe anî ziman û gava me avêt ji bo pêşxistina çîrok û wêjeya kurdî erênî nirxand û destnîşan kir ku dê bi 16 çîrokan ji Başûr başdarî mîhrîcanê bibin.ˮ

Zengî, da zanîn ku wan nivîskar û çîroknivîs ji bakurê Kurdistanê jî vexwendin mîhrîcanê û wiha dom kir: ˮJI Bakur jî 3 nivîskar hatibûn vexwedin. Nivîskaran gotibûn ku piştî hilbijartinên 7’ê pûşperê bi dawî bibin, dê berê xwe bidin Rojava.ˮ

Zengî da xuyakirin ku di roja duyemîn a Mîhrecanê de Yekîtiya Wêjevanên Başûrê Kurdistanê peyam ji wan re şand û wan agahdar kir ku rayedarên başûrê Kurdistanê rê nedan wan ku derbasî Rojava bibin û wiha dom kir: ˮDi heman demê de nivîskarên ji Bakur jî telefonî me kirin û gotin ku rayedarên başûrê Kurdistanê bê ku tu sedeman nîşan bidin rê nedane wan ku derbasî Rojava bibin.ˮ

Zengî, destnîşan kir ku nivîskarên ji başûrê Kurdistanê ên wekî Hemê Arif Emîn, Celadet Zengbadî û Serokê Yekîtiya Wêjevanên Kurd ên Başûrê Kurdistanê Kak Mam Botanî telefonî wan kirin û derbarê hilwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe anîn ziman.ˮ

‘Armanca me vejandina çanda kurdiye’

Zengî da zanîn ku armanca wan ji Mîhrîcanê ev e ku çanda kurdî vejînin û wiha dom kir: ˮMîhrîcana me ne siyasî yan leşkerî ye û ne jî hizbî ye. Mîhrîcana me bi armanca vejandina çanda kurdî û pêşxistina wê ye. Rayedarên Başûr bi qedexekirina derbasbûna nivîskarên ji parçeyên din ên Kurdistanê li dijî armancên me tevdigere.ˮ

‘Rayedarên Başûr xwestin mîhrecana me têk bibin’

Di dawiya axaftina xwe de Dîlawerê Zengî helwseta Hikumeta Başûrê Kurdistanê rexne kir û ev tişt anî ziman: ˮArmanca sereke ya rayedarên Başûrê Kurdistanê ku ne hiştin nivîksarên ji Bakur û Başûr derbasî Roajva bibin, têkbirina Mîhrîcana Çîroka Kurdî ye. Mîhrîcana me mîhrîcaneke civakî û çandî ye. Me mîhrîcan lidar xist, em ji wan re dibêjin ku mîhrîcana me bi ser ket û hewldanên rayedarên başûrê Kurdistanê têk çûn.ˮ

Sîdar: ‘Kiryarên PDK’ê li dijî exlaqên kurdayetiyê ne’

Her wiha li ser destûrnedana hikumeta Başûr, Sekretêrê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê Îlhamî Sîdar di riya telefonê ji bo ANHA’yê got mu nivîskarên kurd ji bakurê Kurdistanê ji bo mîhrîcan bi serkeve tişta ket ser milên wan pêk anîn û bi kêfxweşî bi çîrokên xwe beşdarbûna xwe nîşan dan. Sînor derbas kirin û berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Tirkiyeyê rê li ber nivîksarên me negirt, lê mixabin li deriyê Sînor ê Sêmalka rayedarên PDK’ê destûr neda ku derbas bibin. Tevî hemû hewldanan jî destûr nehat dayîn.ˮ

Sîdar, da zanîn ku pişî nivîskarên Bakur vegeriyan hewl dan ku di deriyê Nisêbînê re derbasî Qamişlo bibin û ev tişt anî ziman: ˮLê mixabin li vir jî rayedarên Tirkiyê rê nedan ku nivîskar derbas bibin.ˮ

Li ser pirs sedema qedexekirinê Îlhamî Sîdar got: ˮEm nizan çima wisa kirin û destûr nedan. Em wekî Komeleya Nivîskaran nêzîkariyên rayedarên PDK’ê şermezar dikin, em îzahkirina vê yekê dixwazin. Em ne siyasetmedar in, em nivîksar û rewşnbîr in. Nêzîkatiya wan ne însanî û dûrî hemû nirxên biratî û kurdayetiyê ye.ˮ

Sîdar destnîşan kir ku dema behsa Kongreya Netewî tê kirin  rayedarên PDK’ê nahêlin nivîskar derbasî Rojava bibin û got: ˮGelo çima wisa dikin, ev li dijî berjewndiya gelê kurd e, ev ne çanda me kurda ye. Ev ne cara yekem e ku PDK  kiryarên bi vî rengî dike. Di sala 2013’yan de jî rayedarên PDK’ê nehiştin ez derbasî Rojava bibim. Wê demê fermandarekî wan bi navê Şewket Berwarî got tu derbas nabe.ˮ

Di dawiya axaftina xwe de Sekreterê Giştî yê Komeleya Nivîskarên Bakurê Kurdistanê Ilhamî Sîdar nerazîbûnn xwe anî ziman û serkeftin ji Mîhrîcana Kurdî re xwest û bi vê hevokê dawî li axaftinên xwe anî: "Ez berxwedana Rojava silav dikim.ˮ


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmên kurdan berendamên Siyadê ne

ad

'Qebûl nabe malbat pirsgirêkên xwe bi çekê çareser bikin' (Hat Nûkirin)

ad

Bursayê vê carê êrîşê Diyarbekir Sporê kir

ad

Onder: Ev derbeyek e li hemberî vîna siyaseta sivîl

ad

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

ad

Fîlmên vê hefteyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname