Diyarname
Nivîskarê mezin ê wêjeya rus Nikolay Vasilyeviç Gogol di 200 saliya rojbûna xwe de li Enqereyê bi konferasekê hat bibîranîn.
Komeleya Çandê ya Rus li Zanîngeha Enqereyê li Salona Muzaffer Goker a li Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê bi sernavê "Di 200'emîn Rojbûna Gogol ji bo bîranîna wî Konferansekek Navneteweyî" konferanseke li dar xist.
Maslahatguzarê li Balyozgeha Enqere ya Rusyayê de Andrev Burovvo axaftina destpêkê ya konferansê kir. Burovvo sipasiya xwe ji bo amadekirina konferanseke wisa kir û wiha got: "Li Rusyayê zarok bi Gogol dest bi nasîna wêjeyê dikin û di hemû jiyana xwe de dikarin wî bixwînin. Berhemên Gogol dikarin mirovan bidin kenandin lê di heman demê de didin fikirandin."
Sekretera Giştî ya Komeleya Çanda Rus Olga Kiziltan jî got ku ji bo di navbera her du welatan de têkiliyên çandî xurt bibin di sala 2004'an de wan komele ava kirine.
Midûra Mala Gogol a Pirtûkxareya Zanist û Muzeya Bîranînê Vera Pavlovna Vikulova jî li ser vekirina muzeya Gogol axivî, der barê jiyan û hunera nivîskar de agahî da û got: "UNESCO'yê sala 2007'an Sala Gogol îlan kiribû. Gogol bi gşitî li ser piyan nivîsên xwe dinivîsand û wî hemû berhemên xwe jiber dizanî. Ji ber vê bi rehetî berhemên xwe dinivîsand, qet dubare nedikir."
Amina Aygistova jî li ser çîroka "Seyrana Soroçinski" ya Gogol nirxandina xwe pêşkêş kir.
Berhemên Gogol di kurdî de jî cihê xwe girtin. Şanoger Aydin Orak berhema wî "Rojnivîska Dînekî" derxistibû ser dikê û weşandibû. Rojnameger Cemil Oguz jî "Sako"ya Gogol wergerandibû kurdî û pirtûk ji Weşanên Hîvdayê di sala 2008'an de derketibû.
**
Nûçeyên eleqedar:
- 'Sako'ya Gogol bi kurdî hate çapkirin