Diyarname
Mebûsê HDP'ê, siyasetmedarê kurd Murat Bozlak ku ev demekê bû li Enqereyê ji ber nexweşiya qansêrê dihat dermankirin îro wefat kir.
Siyasetmedar Murat Bozlak di 30'yê berfanbara 1952'yan de li gundê Aktaş a girêdayî Şereflîkoçhîsara Enqereyê hat dinê. Bozlak Zanîngeha Enqereyê beşa hiqûqê temam kir û bû parêzer, demek dirêj wekî parêzer kar kir.
Bozlak ku jiyana wî di nav têkoşînê de derbas bû di nav SODEP'ê de dest pê kir, paşê di nav SHP, bi vekirina HEP'ê re di nav HEP'ê de cih girt. Ew yek ji avakarên DEP'ê bû û dûre di nav avakarên HADEP'ê de cih girt û bû Serokê Giştî yê HADEP'ê. Piştî girtina HADEP'ê 5 salan cezayê qedexeya siyasetê lê hate birîn lê wî dest ji siyasetê berneda. Herî dawî di hilbijartina sala 2011'an de ji Edeneyê li ser navê BDP'ê wekî mebûsê serbixwe hat hilbijartin. Bi avabûna HDP'ê re ligel hevalên xwe derbasî HDP'ê bû.
Bozlak di sala 1994'an de rastî êrîşeke çekdarî hat, bi birîndarî jê filitî. Her wiha di jiyana xwe de ji ber xebatên xwe yên siyasî demek di girtîgehê de jî ma.
Ev demek dirêj bû Bozlak ji ber nexweşiya qansêrê li Nexweşxaneya Guven a li Enqereyê dihat dermankirin lê roja 4'ê mehê saet 19.50'î de wefat kir. Bozlak bavê sê zarokan bû.
Ji HDP û DBPê peyama sersaxiyê
HDP û DBP'ê bi bihîstina wefata Bozlak re bi awayekî nivîskî peyama sersaxî ji bo malbata wî, gelê kurd û hezkiriyên Bozlak weşand. DBP'ê got ku ew dê têkoşîna wî bidomînin.


