Diyarname
Piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî, berdevka DEM Parti Ayşegul Dogan daxuyanî da çapemeniyê. Dogan di civînê de hin berendamên hin bajaran eşkere kirin.
Li aliyê din Dogan got ku ji bo navçeyan îro bi awayekî nivîskî emê navên berendamên navçeyan jî eşkere bikin. Li gor gotina Dogan li cihên wekî Mêrsîn Akdenîz, Mêrsîn û Esenyurta Stenbolê li hevkirinek çêbûye; li Edeneyê û ji bo hin navçeyên Stenbolê hevdîtinên wan didomin. Dogan eşkere kir ku ji bo Enqereyê DEM Partî hevşaredara Amedê ya berê siyasetmedara girtî Gultan Kişanak û parêzvanê mafên mirovan Ozturk Turkdogan nîşan dane.
Va ne hin berendamên şaredariyan ên DEM Partî yên bajaran:
- Entab, Şaredariya Bajarê Mezin: Selman Tutumlu, Ayfer Yilmazer
- Riha, Şaredariya Bajarê Mezin: Celalettin Ekmen, Gulser Yildirim
- Elezîz: Hayrettin Kaya
- Semsûr: Meryem Ceritli, Bahattin Bilgin
- Dêrsim: Cevdet Konak, Bîrsen Orhan
- Enqere, Şaredariya Bajarê Mezin: Gultan Kişanak, Ozturk Turkdogan
- Meletî, Şaredariya Bajarê Mezin: Abdulvahap Ekin, Sevim Şimşek Bayram
- Bursa, Şaredariya Bajarê Mezin: İhsan Seyran, İlmez Erdogan
- Konya, Şaredariya Bajarê Mezin: Gulbahar Gunduz, Bulent Kiliç
- Kocaeli, Şaredariya Bajarê Mezin: Hasan Ozguneş, Selda İLgoz Koçyigit
- Kocaeli, Dîlovasi: Mustafa Avci, Şevin Çoşkun


