Diyarname
Lîstika Şano Ar a bi navê "Qral û Travîs" îro gere li Şîşli Cemil Candaş Kultur Merkezî ya li Şîşliya Stenbolê bihata lîstin lê lîstik hat qedexekirin.
Lîstika "Qral û Travîs" pêşî li Silopî, dûre li Entabê vê carê jî li Stenbolê hat qedexekirin. Qeymeqamiya Şîşliya Stenbolê bê sedem lîstik qedexe kir.
Derhêner û lîstikvanên lîstikê li salona Cemil Candaş Kultur Merkezî vîdyoyek belav kirin û gotn, "Ji bo çi qedexe kirin tu tişt nenivîsandine. Tenê gotin me qedexe kiriye. Deriyan digirin, nahêlin em derkevin ser dikê. Em dika xwe bernadin. Bila baş bê zanîn hunera kurdî ne bi tenê ye, em zimanê xwe tu carî tenê nahêlin. Em wekî hunermendê kurd, têkoşerê hunera kurdî em dibêjin bijî şanoya kurdî, bijî hunera kurdî."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Lîstika kurdî 'Qral û Travîs' hat qedexekirin