Diyarname
Ji bo hilbijartina 29'ê adarê îro saet 17.00'an de partiyan lîsteyên xwe teslîmê YSK'ê kirin.
Dema teslîmkirina lîsteyan a ji bo YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) îro saet 17.00'an de temam bû. Partiyên ku dikevin hilbijartinê lîsteyên xwe pêşkêş kirin.
Ger di lîsteyên partiyan de kêmasî hebin dê 19'ê mehê temam bikin. 20'ê mehê jî êdî lîsteyên pêşîn têne eşkerekirin. Heta 21'ê mehê îtîraz ji bo lîsteyan dikare bê kirin û 23'ê mehê biryar tê dayîn.
YSK îtîrazan di 25'ê mehê de temam dike.
1'ê adarê berendamên serbixwe jî têde hemû lîste bi awayeke teqez têne eşkerekirin.