Amed
DTSO'yê (Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê) di çarçoveya xebata delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya EWropayê (YE) de li Erxenî 10 hezar dar çandin. Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya di çalakiya darçandinê de axivî û got, "Emê bajarên xwe biguherînin û bikin daristan."
Di projeya YE'y3e de li 19 bajaran 170 hezar dar hatine çandin. Di vê çarçoveyê de li Erxeniya Amedê jî dar hatin çandin. Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya, endamên Meclisa DTSO'yê, Midûrê Karên Daristanê yê Amedê Davut Ayzit jî beşdarî xebatê bû.


