Diyarname
Pera Fîlm a Muzeya Perayê pêşangeheke bi navê "Di navbera çol û behrê de" pêşkêş dike ku heta 21'ê avrêlê dê li dar be. Di vê çarçoveyê de, wekî xebateke hevbeş Pera Fîlm bernameyeke fîlman a bi navê "Çîrokên Hezar û Şevekê: Rêwîtiyeke Ber bi Sînemaya Ereb ve" li dar dixe. Fîlm heta 27'ê vê mehê têne nîşandayîn û di nav wan de fîlmên ku li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtine jî hene.
Pêşangeha lidar ketî bi hevkariya Galeriya Hunera Bedew a Urdunê li dar dikeve.
Di nav fîlmên ku dê têne nîşandayîn de "Dîroka salên ji agir" ku di sala 1975'an de Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû, dîsa fîlmên klasîk ên ereban yên ji salên 1960, 1970 û 80'yan jî hene. Dîsa fîlmên nû ku hatine kişandin jî di nav hilbijêra fîlman de cih girtine.
Di nav bernameyê de neh fîlmên ku ji fîlm û belgefîlmên welatên wekî Urdun, Cezayîr, Lubnan, Misir û Filistîn pêk tê hene.
Mînakên serketî yên ji sînemaya ereb di nav vê hilbijêrê de têne nîşandayîn. "Sêbareya îskenderiye" ya derhênerê navdar ê ji misrê Yusuf Chahine jî hene. Fîlmên bernameya "Çîrokên Her û Şevekê" temaşevanan ber bi rêwîtiyeke razber û bêhempa ve dibe.
Vaye bernameya vê mehê:
1 Reşemî / În
19:00: Dîroka Salên Bi Agir/ Chronicle of the Year of Embers
2 Reşemî / Şemî
15:00 Ummu Gulsum, Dengek Wekî Misrê/ Umm Kulthum, A Voice Like Egypt
10 Reşemî / Yekşem
14:00 Jiyana Hatiye Astengikirin/ A Suspended Life
13 Reşemî / Çarşem
19:00 Omar Gatlato
15 Reşemî / În
19:00 Jiyana hatiye astengikirin
16 Reşemî / Şemî
14:00 Ummu Gulsum, Dengek qekî Misrê/ Umm Kulthum, A Voice Like Egypt
15:30 Datewine
18:00 Îskenderiye, Çima? / Alexandria, Why?
17 Reşemî / Yekşem
14:00 Omar Gatlato
16:00 Baskên Şikestî / The Broken Wings
20 Reşemî / Çarşem
19:00 Datewine
22 Reşemî / În
19:00 Çîroka Misriyekî / An Egyptian Story
23 Reşemî / Şemî
13:00 Îskenderiye, Çima? / Alexandria, Why?
15:30 Çîroka Misriyek / An Egyptian Story
18:00 Îskenderiye, Careke din û bêdawî/ Alexandria, Again and Forever
24 Reşemî / Yekşem
14:00 Dîroka Salon Bi Agir / Chronicle of the Year of Embers
18:00 Îskenderiye, careke din û bêdawî/ Alexandria, Again and Forever
27 Reşemî / Çarşem
19:00 Baskên Şikestî / The Broken Wings


