Diyarname
Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê (DTSO) ji bo xwendekarên ku li dibistanan dersa kurdî hilbijartine pêşbaziya çîrokê dabû dest pê kirin. DTSO’yê tablet wekî diyarî dan wan.
Xwendekarên polên 6, 7 û 8 dersên kurdî hilbijartibûn. DTSO’yê li nav van pêşbaziya çîrokan bi kurmancî û kirmanckî dabû dest pê kirin. Wekî diyarî 120 xwendekar ji wan bi tablet hatin xelat kirin.
Li aliyê din bang li malbatan hat kirin ku di serdema 2023-2024’an de zarok û malbat zêdetir dersa kurdî hilbijêrin.
Foto: MA


