Silêmanî
Bifikirin ku bajarê we 239 salî ye û di van sedan salan de li cem we çandeke bajarvanî çêbûye. Em qala bajarê Silêmanî dikin.
Roja 14'ê mehê salvegera avabûna bajarê Silêmanî bû. Ji bo vê salê gelek çalakî hatin li dar xistin. Çalakî ji aliyê Platforma In Silêmanî, Komela Hunera Milî ya Kurdistan û Hawşaryanî Silêmanî ve hatine organîzekirin.
Li Baxê Giştî yê Silêmaniyê çalakî li dar ketin. Di çalakiyan de wêneyên berê yên Silêmaniyê, pirtûkên helbestvan û nivîskarên dêrîn hatin nîşandan. Her wiha hin lîstikên zarokan jî hatin lidarxistin. Êvarê jî konser li dar ketin û fîşekên hewayî hatin berdan.
Di temamê rojê de gelek kesên ji Silêmanî çûn cihê şahiyê û salvegera bajarê xwe pîroz kirin.