logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?
news-details

PEN’a Kurd xelat dan çar rewşenbîr kedkarên wêjeya kurdî

  • Dîrok: 20/12/2022
  • Beş: Nûçe

Şinoyî Mendan / STOCKHOLM

Navenda PEN’a Kurd li Pirtûkxaneya Kurdî ya li Stockholmê, xelata rûmetê da çar rewşenbîr û kedkarên wêjeya kurdî. Xelat di merasîmeke bi beşdariya komek ji rewşenbîr, dildarên wêje û helbesta Kurdî, nivîskar û helbestvan, hatin dayîn.

Di kombûnê de destpêkê Hevserokê PEN’a Kurd Omer Fîdan peyivî û got: "Armanca me ew e ku em rêzê ji wan kesan re bigirin ku li çand û wêjeya kurdî xwedî derketine. Kesên navbirî di nava xebatên wêjeya kurdî de xwedî kedeke mezin û nirxdar in. Bi taybetî ji bo azadkirina rewşenbîr û nivîskarên girtî pir kar kirine. Heta bi roja îro jî her du kesên biyanî jî xwedî erkên manedar in. Her wiha ji bo ku di navbera nivîskarên kurd û biyanî de pireke hevgirtinê ava bikin û wan bînin gel hev." 

Piştre her du rewşenbîr û nivîskarên biyanî ku di nava civata rewşenbîrî û wêjenasên zimanê kurdî de têne naskirin Eugene Schoulgin ê 81 salî yê Norwêcî û Terry Carlbom ê 85 salî yê înglîz, rewşenbîr, nivîskar û helbestvan Refîq Sabir ê ji başûrê Kurdistanê û Mihemed Emîn Bozarslan hatin xelat kirin. 

Her du xelatgirên rûmetê derketin pêşberî beşdaran, berî dest bi axaftinên xwe bikin, li ser jiyan û xebatên wan bi awayekî berfireh agahî hatin dayîn. Her du xelatgiran jî kefxweşiya xwe ji bo wergirtina xelata rûmetê diyar kir û li ser rewş û girîngiya ziman nihêrînên xwe anîn ziman.

Xelat nîşana nirxdayêna wêjeya kurdî ye

Eugene Schoulgin û Terry Carlbom ku salên dirêj in di nava xebatên saziya PEN’a Kurd de cih digrin, bi taybetî ji bo azadkirina rewşenbîr û nivîskarên girtî pir xebatên mezin kirine, heta bi roja îro jî her du jî xwedî erkên muhim in. Piştî hin pirs û bersivan xelatên xwe yên rûmetê ji destên endamên PEN’a Kurd wergirtin. 

Di dewama bernameyê de Bêrîvan Doskî li ser xebatên girîng ên PEN’a Kurd axivî. Di dewamê de li ser jiyan, kar û xebatên rewşenbîr û helbestvanê navdar ê kurd Refîq Sabir ji beşdaran re agahî hate dayîn. Refîq Sabir got, "Lazim e her kes zanibe, heger zimanê me yê kurdî têk biçe, tu ferqa me ji fars, ereb, tirk yan biyaniyekî namîne. Ji ber ku ziman, hebûna me ye. Helbest me bi hezkirin, xweşikî, bedewbûnê fêrî xweşî û jiyanê dike."

Piştî axaftina Refîq Sabir, wî jî xelata xwe ya rûmetê ji dest nûnerên saziya PEN’a Kurd wergirt û got: "Dayîna xelateke wisa ji bo min şanazî ye û ez vê xelatê ji bo nirxdayîna wêjeya kurdî pirr watedar dibînim.” 

Piştre Mihemed Emîn Bozarslan jî ku ew bi xwe ne amade bû, xelata wî dan kesê ku nûnertiya wî dikir.

Piştî axaftin û dayîna xelatê, gelek helbestvan û dildarên wêjeya kurdî, helbest xwendin û bi gotina çend stranên gelêrî, merasîm bi dawî bû.

Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

news
  • 11 10 2026

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Festîvala Şanoyê dest pê kir

ad

Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine

ad

Kamco Manchester go bi ser biko?

ad

Nexweşxaneya Çewligê çima hê jî temam nabe

ad

'Ew xwedî rûyê herî xweşik ê dinê ye'

ad

'Navnîşan' li ÎFSAK'ê jî hat xelatkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname