Diyarname
Akademiya Hunerên Zanist û Sînemayê ya Amerîkayê ku xelatên Oscarê belav dike heta niha dihat rexnekirin ku piraniya rêveberî mêr in, jin nîn in, niha ev yek guherî. Li gor daxuyaniya ku hatiye belavkirin niha piraniya rêveberî ket destê jinan.
Akademiyê hejmara endamên lijneya rêveberiyê ya sala 2021-2022'yan eşkere kir. Akademiyê ragihand ku di nav 12 endamên lijneyê yên ku îsal hatin hilbijartin de 7 jê jin in. Ji 4 endamên ji nû ve hatine hilbijartin de jî 3 jê jin in.
Lîstikvan Rita Wilson, derhênera xelatgira Oscar û Emmyyê Susanne Bier û sazkara fîlman Jennifer Todd ku du cara Oscar girtibû ji nû ve ji bo endamtiya Akademiyê hatin hilbijartin.
Niha hejmara endamên rêveberên Akedemiyê j 26'an derxistin 31'ê. Ji nijad/etnîkên bi têra xwe nayên temsîlkirin heta niha 12 endam hebûn, niha ew jî derxistin 15'an.