Diyarname
Çîroknûs Sîdar Jîr ku berê “Ariya Giyanên Stewr” nivîsî bû, vê carê pirtûka xwe “Dozdeh Çirk” pêşkêşî xwendevanan kir.
Piştî demeke dirêj ku pirtûka çîroknûs û nivîskar Sîdar Jîr a çîrokan derketibû, çîrokên wî niha jî bi pirtûka bi navê “Dozdeh Çirk” li pirtûkfiroşan e.
Çîroknûs û nivîskar Sîdar Jîr dîsa bi pirtûkeke çîrokan derket pêşberî xwendevanên Kurd. Li ser pirtûka pêşîn a Sîdar Jîr ku bi navê “Ariya Giyanên Stewr” (çîrok, Bajar, 2004) derketibû gelek nivîs jî hatibûn nivîsîn û her wisa di kovara W’yê de wekî rexneyên cêwî jî du rexne bi hev re hatibûn weşandin. Ev pirtûka nû ya Sîdar Jîr ku bi navê “Dozdeh Çirk” ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin jî gelekî balkêş e û bi şêwaza nivîsandina xwe jî çeşnekî nû ye di wêje kurdî de.
“Dozdeh Çirk” a Sîdar Jîr ji neh çîrokên ku em wekî “çem-çîrok” dizanin hatiye honandin. Nivîskar ji destpêka nivîsandina xwe heta niha -ku em di çîrokên wî de jî dibînin- her dem li deriyên ku berê kurdiya reş bide asoyên firehtir dide û ji bo vê yekê jî her dem di nava lêgerînê de ye.
Sîdar Jîr di Dozdeh Çirk’ê de jî bi xwendivan dide hîskirin ku zimanê wî yê çîrokê zimanekî resen e. Sîdar Jîr di heman demê de wergerî jî dike û heta niha ji zimanê îngilîzî, her wiha ji zimanê tirkî wî hin werger jî kirine. Îhtimal e ku tesîra gelek wergerên ji zimanê îngilîzî û tirkî jî rê li ber wê yekê vekiribe ku, Jîr bêhtir hewl dide xwe da ku berê xwe, çîroka xwe û ya kurdî bide asoyên dîtir.
Di Dozdeh Çirk’ê de jî Jîr bi mijarên balkêş û çîrokên ku bi awayekî surprîz xwendevên carnan li erdeke reş dihêle, carnan dike ku xwendevan bi her du destan çavên xwe bigire fedî bike û carnan jî dike ku xwendevan mit bibe di encama çîrokan de.
Nivîskar di Dozdeh Çirkê de li pey e ku çeşnekî nû li çîroka kurdî zêde bike. Lewma jî ev pirtûka wî ji neh çîrokên ku hemû bi hev ve girêdayî ne pêk tê û ev yek jî di wêjeya me de çeşnekî nû ye.
Nivîskar Sîdar Jîr di heman demê de roja 18'ê mehê li Fûara Pirtûkan a Amedê dê beşdarî panela bi sernavê "Çîrok û Çîroka Kurd" bibe ku dê di navbera saetên 14.30-15.30'an de li dar bikeve. Di panela ku wê Mehmed Çakmak moderatoriya wê bike de ji bilî Jîr, dê Rodî Zinar, Îsmaîl Dîndar û Ronî War jî beşdar bibin.
Her wiha paneleke din ku Sîdar Jîr dê têde biaxive de jî roja 19'ê mehê dê bi navê "Bandora Wêjeya Kurd li ser Pirsa Kurd" li dar bikeve. Panela ku di navbera 11.00-11.45'an de wê li dar bikeve, moderatoriya wê dê Welat Dilken. Di panelê de digel Jîr dê Îrfan Amîda, Dilawer Zeraq, Şener Ozmen û Sebrî Silêvanî wekî axifger beşdar bibin.
Piştî panelê, kesên bixxwazin dê Sîdar Jîr pirtûka xwe ji bo wan îmze bike.
Sîdar Jîr di heman demê de roja 21'ê gulanê li Standa Lîsê di navbera saetên 14.00-17.00'an de dê pirtûkên xwe îmze bike.
Dozdeh Çirk / Sîdar Jîr / Kurteçîrok / 80 rûpel / Gulan 2011/ Weşanxaneya Lîs / Amed
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
Nûçeya eleqedar:
- Fûara Pirtûkan a Amedê deriyê xwe vedike