GULBEJN
Li sikakên Berlînê ber bi pirtûkxaneyê ve dimeşim. Ez dixwazim ji we re qala vê avahiya dîrokî ya tim bi tûrîst, lêkolîner û gelek xwendekaran tije ye bikim. Li gelek cihan navê wê pirtûkxaneyê min bihîstibû lê encax fersenda min nû çêbû ku ez herim û bibînim.
Bi navê “Staatsbibliothek zu Berlin” pirtûkxaneya dewletê ya herî mezin e ku li Almanyayê ye. Bi navê xwe jî bi îhtîşam e, li meydaneke mezin û bi lokasyona xwe li cehekî navendî ye. Yanî mirov bi hesanî dikare xwe rasterast bigihîne. Li ber katedralên bi hişmet ku ew bi xwe jî avahiyeke dîrokî ye, li ser piyan maye heya vê wextê. Li kelêkek wê Deriyê Brandenburgê (Brandenburg Tor) û li aliye di jî zaningehek heye. Belê ji ber lokasyona xwe û avahiya xwe ya dîrokî bala gelek kesan û tûrîstan dikişîne.
Ez li devê derî me û bi motifên avahî û axa wê xweş dibim. Meriv dibe cihekî dî, hewşa wê ya mezin û cihê rûniştinê, ji dîwarê avahiyê heya xwarê gihagerîneke xwe lê pêçaye. Li nava hewşê hewzek ku dîmenek xweş daye hewşê. Deriyê pirtûkxaneyê yê peşî mezin û bi heybet e. Ez dikevim hundir hêdî hêdî… Hundirê wê mûazam fireh û rewşedar e. Li hemberî min pêlikên hundir, ez ber bi refên pirtûkan û cihê rûniştinê ku kes ji xwe re lê bixebite ve diçim. Bi dizayna hundir û mîmariya xwe ya ku ji pencereyên mezin pêk tê atmosferek pir berfireh û cuda dide meriv. Helbet destpêka min a li hundirê pirtûkxaneyê dest pê dike êdî. Zehf qelebalix e. Piştî pêlikên direj û berfireh digihîjim hundir; Çar qatî ye pirtûkxane. Qata pêşî kafe, wc û dolabên ji bo kesan ku firaxên xwe bixine çêkirine.
Li qata diduyan li rasta wê qatê mase û paldank danîne ku kesên bixwazin bixebitin. Derdora wan bi temamî bi rêfen pirtûkan dîzayn kirine, ji qatîyan bigire heya erdê, ji erdê heya refikan bi her tiştî ve di ahengekê de ye ev pirtûkxane. Pirtûkxaneyek ku mazûvaniya zêdetirî bi hezaran berheman dike. Qata sisêyan û a çaran jî wek odeyên biçûk ku kesên bi taybet bixwaze tenê bixebite çêkirine. Li nava pirtûkxaneyê ji qatiyan dîzayneke cuda û xweşik bala min dikişîne. Bi kelecan ber bi refan ve diçim, di nava bi hezaran pirtûkan de winda dibim. Li gorî çavkaniyan zêdetirî 11 mîlyon materyalên çapkirî û zêdetirî 10 mîlyon mîkrofîlmên wê hene. Xwedî arşîveke pir mezin e ku di nav de gelek destnivîs, nexşe û rojnameyên dîrokî hene. Pirtûkxaneyeke bi rastî jî gelekî dewlemend û bi îhtîşam e. Bi hezaran pirtûkên ku bi zimanên cuda hatine nivîsandin li hemberî min, çavên min hema mezin dibin. Şaş dimînim li hember wê dewlemendiyê.
Her ref li gor ziman, kategorî raxistine; Frensî, spanî, portekîzî, latînî exlebê wan zimanê almanî ne. Li gor mijaran jî hatine cudakirin; Edebiyat, felsefe, piskolojî, dîrok, wenê, muzîk ku hûn li çi bigerin hene. Ji refên dirêj û wêdetir, odeyên weşartî wekî sîmetrîk çêkirine û lê dizivirim. Bala min diçe ser pirtûkên ku berga wan darîn (ahşap) in û hin jê jî bi çerm lê hê jî wekî xwe kevnar, resen lê xweşik hatine mihafezekirin. Kêfa herî mezin ew e ku ji bo pirtûkhezan, di nav pirtûkan de be û destê xwe bide wan û bêhna pirtûkan bistîne. Û bêguman pirtûkhez ferq nakin ku wext di nava pirtûkan de çawa derbas dibe. Wekî niha ez dest didim pirtûkan, vedikim û behn dikim, hîs dikim û dibêm xwezîîî...
Atmosfereke cuda heye bi rastî. Dikevim nava xeyalan; koleksiyona pirtûkan bi çiqas yan jî çend pirtûkan dest pê dike mesela? Nivîskar, rewşenbîr û zanyar çend pirtûk, kîjan pirtûk an jî li pirtûkxana xwe ya şexsî çi hildane, çawa veşartine an jî mihafeze kirine?
Bêguman di nav wan kesên xwedî pirtûkxaneyên mezin de, mirovên navdar koleksiyona wan a pirtûkan heye li gor lêkolîna min a piçûk ; Jack London, Virginia Woolf, Ernest Hemingway, William Faulkner, Tolstoy, Dostoyevskî. Meriv fêm dike ku piraniya wan berhemên xwe çawa di berhevkirinek mezin a bi zanînê de afirandine. Di rewşeke wiha de berhemên baş û hêja tên afirandin li gor fikra min. Ji ber vê jî, hilbijartina pirtûkên nivîskaran jî diguhere. Helbet divê ji ber vê yekê pirtûkxaneyên nivîskaran bi qasî ku xwe têr bikin zêde be û kengî bixwazin karibin bi rihetî xwe bigihînin her çavkanî.
Lêgerîna kesen ku bi navên xwe navdar e bêguman li cihanê jî bûne xwedî fonsiyonek mezin û helbet gelek ji wan ku jiyana me guherandin. Ji wêjeyê heya hunerê, ji dîrokê bigirin heya psikolojiyê û çi pirtûkên ku keşf kiribin wan dixwînin û me jî dikin tesira vê yekê. Gelek ji wan belkî pirtûkxaneyên wan piçûk in, lê bi ezametên xwe, hêjayiyên xwe yên edebî û hin ji wan jî têra xwe mezin in. Heya karibin werin parastin li ber xwe dane li ber hemû zehmetiyên jiyanê.
Îja em dikarin bipirsin, gelo ji bo nivîskarekî baş û helbet xwendevanek baş pirtukxane şert e? Ev pirs helbet li gor her kesî wê cuda were ditîn. Belkî xweşik neyê bersivandin jî. Lê rastiyek jî heye ku gelek nivîskarên îro bi nav û deng in, bi huner, berhemên xwe jî xwendevanên gelekî baş in. Ji ber vê yekê pir ji wan xwedî pirtûkxaneyên hêja ne.
Dema ji pirtûkxaneyê bê dilê xwe vediqetim gelek pirsên min bi min re rêhevaltiyê dikin; Gelo li welatê min kesên afirîner û berhemdar xwedî koleksiyon an jî pirtûkxaneyeke çawa bûn? Ji destpêkê heta niha bi çi berhaman serê xwe wekî xwendevan êşandine û çi sûd ji wan girtin? Rojek wê bi mîlyonan pirtûk di zimanê min de jî di pirtûkxaneyekê de hebe? Kengî wê mekanekî wiha bi kesên xwende tim tijî bibe para me jî?
gulbejnadiguzel@gmail.com
***
Nivîsên Gulbejn ên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin: