Diyarname
Li Îngilistanê ji sala 1984'an û vir ve herî zêde 'single'ên Modonna hatine firotin. Di rêza duyemîn de Rihanna tê.
Hunermenda amerîkî ya navdar Madonna di sala 1984'an de singela xwe bi navê "Holiday" weşandibû û ji wê rojê heta niha li Îngilistanê wê bi giştî 17.8 mîlyon heb single firotin. Bi vê yekê jî bûye yekemîn kes ku li Îngilistanê ew qas singlean difroşe.
Li gor malpera muzîkê NME piştî Madonna hunermend Rihanna tê ku wê jî heta niha 11.4 mîlyon heb firotine. Malper dibêje ku ger bi vê leza firotina singelên Rihanna bidomin heta du salan dê Madonnayê derbas bike.
Vaye li Îngilistanê 10 kesên herî zêde singelên wan hatine firotin:
1- Madonna (17.8 mîlyon)
2- Rihanna (11.4 mîlyon)
3- Kylie Minogue (10.2 mîlyon)
4- Whitney Houston (8.5 mîlyon)
5- Lady Gaga (7.329 mîlyon)
6- Britney Spears (7.324 mîlyon)
7- Beyoncé (6.9 mîlyon)
8- Celine Dion (6.7 mîlyon)
9- Mariah Carey (6.62 mîlyon)
10- Olivia Newton John (6.61 mîlyon)


