Diyarname
Dîrokzanê kurd Cemşîd Bender ku ev demeke li nexweşxaneyê dihat dermankirin wefat kir.
Bender 10 roj berê ji ber tumora di mejiye wê de rakiribûn nexweşxaneyê û ji ber hemû hewldanan jî nekarîbûn wî baş bikin. Bendar vê sibê jiyana xwe ji dest da.
Dîrokzan Mehdi Halici ku bi navê Cemşîd Bender dihat nasîn di sala 1927'an de li Konyayê hatiye dinê. Wî di sala 1950'î de Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê xelas kir û di sala 1958'an de ji bo îhtîsasa li ser koperatîfiyê çû Norwecê
Bender di sala 1988'an de mala xwe bir Îzmîrê û ji wê demê de li wir dijiya.
Bender heta niha li ser çanda kurdan, elewîtî, dîroka kurdan gelek pirtûk nivîsandine.


