Diyarname
Jinek bi navê Maria Pilar Abel Martinez îdîa kiribû ku wênesazê surrealîst ê Spanyayê Salvador Dalî bavê wê ye. Û ji bo testa DNA bê kirin xwestibû gora Dalî bê vekirin. Dadgehê jî ev yek qebûl kiribû û gor hat vekirin. Encam ji aliyê Weqfa Dalî ve hate eşkerekirin. Weqfê diyar kir ku di testê de DNA neşibiyane hev û îdîayên Martinez vala derketine.
Martinez îdîa dikir ku Dali û diya wê di sala 1955'an de bêyî kes pê bihese ketine nav têkiliya cinsî.
Gora Dalî li bajarê Figueres a herêma Katalan li şanogeh û muzeyê ku wî bi xwe dîzayn kiriye de ye.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Gora Salvador Dalî dê bê vekirin


