Diyarname
Kovara Dilopê bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanan e. Yek ji nivîsên ku di kovarê de derdikeve pêş li ser Mes'adet Bedirxan e.
MESELEYA ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ
Kovara Dilop bi hejmara xwe ya 31'ê li pêşberî xwendevanan e. Kovarê wekî hejmara sermawez-berfanbarê ev hejmara xwe pêşkêşî xwendevanan kiriye. Di kovarê de li ser "Meseleya Îsraîl-Filistîn û Filistîna Tirkiyeyê" dosya hatiye-gotûbêj hatiye amadekirin. Di bin moderatoriya Bulent Ulus de Fehim Taştekin û Yusuf Karadaş di vî warî de li ser meseleyê axivîne.
SALVEGERA CEGERXWÎN
Ji bo 39'emîn salvegera mirina Cegerxwîn nivîskar Dr. Eskerê Bayîk bi navê "Dengê azadiya gelê kurd: Cegerxwîn" nivîsa xwe amade kiriye. Ji bo vê salvegerê kovarê helbestan Cegerxwîn "Ey Heval Robson" jî belav kiriye. Muzaffer Oruçoglu jî bi tirkî li ser Cegerxwîn nivîsandiye.
JINEK NIVÎSKAR A KURD MES'ADET BEDIRXAN
Hazal Kar bi navê "Pênûza kurd a di Cîhana Jinan (Kadinlan Dunyasi*) de: Mes'adet Bedirxan" li ser Mes'adet Bedirxan nivîsandiye. Ew dibêje "Mes'aadet Bedirxan wekî Meziyet Bedirxan baş perwerdehî dîtiye, ji nivîsan bo paşgira fransizî nivîsandine û ji wergerên ku ji fransizî wergerandin em hîn dibin ku wê perwerdehiyeke baş dîtiye. Bi ser de jî, di dema ku tekstên şanoyê hindik bûne de Mes'adet piyes nivîsîne û bi van jî bal kişandiye ser xwe."
PIŞTÎ 55 SALAN REŞÎDÊ KURD
Helbestvan Reşîdê Kurd berî niha bi 55 salan canê xwe ji dest da. Demek berê pirtûka wî "Kerwan" ji Weşanxaneya Lîs derket. Cemil Oguz bi ser vê yekê de di salvegera mirina wî de nivîsek amade kiriye.
Ji hevpeyvînên vê hejmarê Şerif Karataş ligel nivîskar û rojnameger Serdar Korucu axivî.
Li aliyê dir nivîsên Ahmet Telli, Fewzî Bîlge, Omer Leventoglu, Mehmet Bayrak, Tahir Şilkan, Nazenîn Karakaş, Sebatullah Tekin, Muslum Uzulmez, Zekî Gul, Diljen Ronî, Haydar Sancar, Arjen arî û helbestên Cegerxwî, Şêrko Bêkes û Ozgun E. Bulut di vê hejmarê de hatine belavkirin.
Ji bo têkilî: dilopdergisi@gmail.com


