Cemil Oguz
40'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP bi merasimek bi awayekî fermî dest pê kir. Serokê TYB'ê Kenan Kocaturk got, "Em dixwazin hejmara pirtûkxaneyan zêdetir bibe. Bila hikumet butçeyeke taybet amade bike."
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku li Tirkiyeyê fûara herî mezin e îro deriyên xwe vekirin û heta 5'ê meha pêşiya me dê vekirî be. Di fûarê de bi sedan weşanxane û saziyên sivîl hene. Îro li TUYAP'ê merasima destêkirina fûarê hebû. Serokê Lijneya Rêveberî ya TUYAP'ê Bulent Unal di axaftina destpêkê de hêviya xwe ya "bila fûareke xweşik li dar bikeve. Bêrîkirina me ya destdana pirtûkan hebû, bila ev bêrîkirina we bê cih. Bi hêviya ku hûnê bêriya xwe bînin cih."
'PIRTÛK HÊZA AŞTIYÊ TÎNIN ZIMAN'
Serokê TYB'ê (Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê) Kenan Kocaturk jî bal kişand ser zehmetiyên weşangeriyê û got, "Weşangerî tiştek e ku kedê dixwaze. Em ji bo îtîbara weşangerî, ji bo îtîbara pirtûkan dixebitin. Îsal pêşî erdhej çêbû, weşanger, nivîskar, belavkarên pirtûkan di erdhejê de mirin. Niha şer heye. Lê pirtûk hêza aştiyê tînin ziman. Em jî helwesta xwe ya parastina aştiyê didomînin."
Kocaturk qala Danezana Mafên Mirovan ku azadiya fikir û ramanê diparêze kir û got ku ew jî wekî weşanger bêyî piştgiriya şîdetê bike azadiya fikir û ramanê diparêzin. Kocaturk wisa got, "Li Tirkiyeyê hê qedexeya pirtûkan heye. Ev yek ji bo welatê me cihê xemginiyê ye. Li ser navê parastina îtîbara pirtûkan me pêşnûmayeke zagonê amade kir. Me daye hikumet û saziyên eleqedar, em hêvî dikin ev pêşnûmaya me dê bê qebûlkirin."
BUTÇEYA PIRTÛKXANEYAN
Kocaturk di warê zêdetirina pirtûkxaneyan de sipasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) kir ku di vê demê de gelek pirtûk vekirine û got, "Serokê ÎBB'ê Ekrem Îmamoglu li vir e sipasiya wî dikin ku ji bo çêkirina pirtûkxaneyan butçeyeke mezin veqetandin, hejmara pirtûkxaneyan derxist 62 heban. Min ji Midûra Pirtûkxaneya Nunbergê pirsî, butçeya wan 12 mîlyon Euro ye. Bila saziyên me yên eleqedar jî butçeya pirtûkxaneyan zêde bikin."
'DI WARÊ BACÊ DE BILA ALÎKAR BIN'
Serokê TYB'ê ji bo alîkariya weşangeran bang li hikumetê jî kir û got, "Di warê bacê de bila alîkarê weşangeran bin. Teşwîqa ku didin saziyên din bila bidin weşangeran jî."
ÎMAMOGLU: 2026 STENBOL BILA BIBA PAYTEXTA PIRTÛKAN
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di axaftina destpêkirina fûarê de got ku hebûna TUYAP'ê şikil daye jiyana wî, bûye cihê hevdîtinê ya taybet, di çêbûna şexsiyeta wî de cihek girîng girtiye. Îmamoglu got ku di vê dema şaredariya wî de wan 705 hezar pirtûk ji weşangeran girtine û belav kirine, 62 pirtûkxane vekirine û ligel 305 weşanxaneyan xebat kirine. Îmamoglu ji bo dema pêş jî wisa got, "Li derve ligel Seroka Yekîtiya Weşangeran a Navneteweyî min xeber da. Bila sala 2026'an Stenbol bibe Paytexta Pirtûkan. Ev yek gavek derengmayî ye, em hemû sazî bi hev re bixebitin û vê bi dest bixin."
Li ser navê Wezareta Çandê Midûrê Giştî yê Pirtûkxaneyan Taner Beyoglu û Şêwirmendê Fûarê Dogan Hizlan axivîn jî axivîn.
LI 10 SALONAN STAND HENE
Fûarê îsal 10 salon ji bo standan veqetandine. Di van 10 salonan de li dor 998 weşanxane û saziyên sivîl ji nav û derveyî Tirkiyeyê têde cih bigirin. Li dor 400 çalakî wê li dar bikevin û li dor 2 hezarî nivîskar jî dê pirtûkên xwe imze bikin.
Ji weşanxaneyên kurdan Nûbiharê di salona 8'an de (No 816) cihê xwe girtiye. Dîsa ji saziyên sivîl ên kurdan Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li salona 6'an (No 635) stand vekiriye.
.jpg)
Serokê TYB'ê Kenan Kocaturk ji bo alîkariya weşangeran bang li hikumetê kir.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu xwest sala 2026'an Stenbol bibe Paytexta Pirtûkan.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fûara Pirtûkan tê: Va ne agahiyên herî dawî
- Agahiyên nû li ser TUYAP'a îsal
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
***
Hesabên Diyarnameyê
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com


