Hesekê
Rojnameger Egîd Roj roja 15'ê mehê li Bendava Tişrînê di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirkiyeyê de hat kuştin.
Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo Egîd Roj konê sersaxiyê danî. Di konê de şîn hat dayîn. Xelk çû serdanê.
Endamên Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihadina Jin (YRJ) jî çûn konê û sersaxî da malbata Egîd Roj.
Li ser navê YRA'yê Mihemed Emîn Mutlu axivî û got ku Roj ji sala 2012’an û vir ve bûyerên şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de berxwedana Efrînê û Helebê dişopand.
Egîd Roj ji Efrînê ye û ji sala 2012'yan ve li qadê wekî rojnamegerekî bûyer dişopand.


