Diyarname
Hunermend Beytocan 12'yê mehê li Stockholmê canê xwe ji dest dabû. Cenazeyê wî îro li Goristana Strandkyrkogarden bi beşdariya gelek kesî hate definkirin.
Di dema definkirina cenazeyê de hunermend Armanc, Xemgîn Bîrhat, Necmedîn Xulamî û Hesen Şerîf li ser Beytocan axivîn. Piştî definkirinê hunermendan bi hev re strana Beytocan "Agir Ketiye Dilê Min" strîn.
AMED
Li aliyê din ji bo Beytocan li Amedê şîn hat danîn. Li Şînxaneya Bedîuzeman a li Kayapinara Amedê îro şîn hat danîn. Sibê û du sibê jî li Navenda Çanda Dîcleyê ya li Sûra Amedê dê şîn bê danîn.
STOCKHOLM
Her wiha li Stockholmê jî dê şîn bê danîn. Li gor parvekirina hunermend Armanc
17'ê mehê saet 14'an de li Norsborga Stockholmê dê şîn bê danîn.
**
Hin Nûçeyên Eleqedar:
- Hunermend Beytocan canê xwe ji dest da