Diyarname
Dawiya vê hefteyê, yanê rojên 30'yê sermawezê û 1'ê berfanbarê çi li ku heye? Hin ji calakiyên derdikevin pêş me neqandin.
Kerem bikin:
AMED:
- 30 sermawez - 8 berfanbar: Di navberê dîrokê de li Amedê 8'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê heye. Di fûarê de gelek çalakî jî hene. Yên bixwazin dikarin bêne temaşekirin.
*
STENBOL:
- 30'ê mehê, şemî: Gotûbêj: Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê bi navê "Rêwîtiya Çayan Okuduci Di Edebiyata Kurdî De" gotûbêj heye. Ferhat Yaşar dê bi rê ve bibe û Çayan Okuduci dê wekî axifger beşdar bibe. Gotûbêj saet 16.00'an de ye.
- 1'ê berfanbarê: Di Sohbetên Çayê yên Chalak Eventsê de vê hefteyê Dr. Ahmet Kaya dê bibe mêvan. Kulîlk Şen moderatorî dike. Sohbet saet 17.30 de li Nînova Cafeyê ye.
*
WAN:
- 30'ê mehê, şemî: Panel: Li Odeya Sanayî û Bazirganî ya Wanê (VAN TSO) panela bi navê "Xanî û mirasa wî ji bo roja îro" li dar dikeve. Di bin moderatoriya Ramazan Kaya de akademîsyen Prof. Dr. Abdulhadî Tîmurtaş, nivîskar-parêzer Firat Aydinkaya, dîrokzan-nivîskar Sînan Hakan wê biaxivin. Panel saet 17'an de ye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Nêzî 30 weşanxaneyên kurdan ên dê herin Fûarê Pirtûkan a Amedê diyar bûn


