Diyarname
Li gelek welatên dinyayê 1 Gulan hat pîrozkirin. Vane hin welatên ku beşdarî vê karwanê bûn:
Filipîn
Li Filipînê ji bo 1 Gulanê li paytext Manilayê meşek ku nêzî 8 hezar karker beşdar bûr hat pîrozkirin. Di meşê de daxwaza zêdekirina heqdestê karkeran hate bilind kirin.
Malezya
Li Malezyayê, Serokwezîr Necib Razak ragihandibFû ku dê heqdestê karkeran neyê zêdekirin. Li hemberî vê bi sedan kes derket kuçeyan û meş li dar xistin.
Taywan
Li Taywanê jî bi hezaran kes li kolanan bû. Meşvanan daxwaza başkirina meaşê û rewşeke baştir a xebatê anî ziman. Meşa li Taywanê li paytext Taipei li dar ket.
Rusya
Li Moskovayê du meşên ji hev cihê hebûn. Di ya yekem de li dor 150 hezar kes hebûn ku di nav wan de Serokdewletê Rusyayê Dmitriy Medvedev û Serokwezîr Vladimir Putin jî hebûn.
Meşa din a li Moskovayê ji aliyê komunîstan ve hate lidar xistin û di vê meşê de jî hate gotin ku 3500 kes hebûn.
Li Koreya Başûr, li Honkong, li Iraq û gelek welatên din jî 1 Gulan bi meşan hat pîrozkirin.
Ji ajansan hatiye berhevkirin
***
Nûçeyên eleqedar:
- Bajar bi bajar pîrozbahiyên 1'ê Gulanê